Polîtîk

Firat: Kesên ku bi Kurdî diaxivin hîn jî gumanbar tên dîtin

Bi nêzîkbûna hilbijartin û destnîşankirina namzetên serokkomarîyê, li Tirkiye rojev germ û herweha jî tevlihev e. Bi taybet piştî biryara HDP a kur ê ji serokkomarîya Kemal Kiliçdaroglu re vekir, nîqaş, nirxandin û helwestên siyasetmedar û rewşenbîran jî gihaye astek bilind.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd Umît Firat, dîtina xwe ji çapemenîyê re anî zimên û li gor wî bi destnîşankirina navnîşana meclîsê,  ji bo çareserîya pirsa Kurd “top hatiye zivirandin”.

Li gorî Firat, her çendî di televîzyonek dewletê de Kurdî tê weşandin jî, kesên ku li cihên giştî yên wek metrobus, metro û ferîbotê bi Kurdî diaxivin, dikarin wek xeternas û bi guman bên dîtin.

Firat, anî zimên ku ev helwest beriya PKKê jî bi heman rengî bû û got: “Helbet hin qanûn dikarin bên derxistin û bi rêk û pêk kirin. Lê belê pirsa Kurd di meclîsê de bi vî rengî nebû. Têgihiştin û îdeolojîya ku Tirkiyê bi rê ve dibe, ev yek kiriye. Desthilatdarî Kurdan û Kurdî di zagonan de tine dihesibînin”.

“Kurdayetî li ser bingeha AK Partiyê pir rehet e, geli wê di CHPê de jî wisa be?”

Firat, da zanîn ku divê berîya her tiştî gavên siyasî bên avêtin û got: “Em bihesibînin ku pênaseya perwerde û hemwelatîbûnê li meclîsê hatiye amadekirin. Gelo bes e? Gelo wê ev yek mafên civaka Kurd û qadên jiyana mirovan hêsantir bike?”  Û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşî, têgihiştinek siyasî pêwîst e. Tevî hemû tiştên ku îro qewimîn jî, Kurdayetî li ser bingeha AK Partîyê pir rehet e. Mirov dikare bêje ‘Ez Kurd im’ û bi Kurdî biaxive. Yanî gelo ev di bingeha CHPê de heye? Ev yek cihê nîqaşê ye. Ger em vegerin ser destpêkê, helbet parlamento ji bo çareseriyê navnîşanek pir girîng e, lê bandorê li jiyana rojane nake. Bi rêk û pêk kirina reftarên mirov hûnê negihêjin cihekî. Wek rêveberî û dewlet divê hûn siyaseta xwe biguherînin. Ev meseleya dewletê ye”.

T.I

Back to top button