CîhanRojev

Financial Times: Erdogan leyistike bi rîsk dileyze..

Rojnameya Brîtanî Financial Times sernivîsa xwe ya îro ji bo têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê veqetand. Rojnameyê amaje bi wê yekê kir ku, Erdogan beriya hilbijartinan dixwest sermaye ya Rûsyayê bikişîne Tirkiyê. Lê hevkariya nêzîk a Enqerê bi Moskowê re dikare bibe sedema tolhildanekî ya Amerîkayê.

Rojname di sernivsa xwe de dibêje ku, êrîşa Rusya ya li ser Ukranya firsendek mezin ji serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan re çêkir. Erdogan bi rola navçitiya herdu welatan leyizt.

Di dewama nivîsê de wiha hat gotin: “Lê belê Erdogan baldar e ku têkiliyên aborî yên bi Moskowa re yên girîng bidomîne. Hevdîtina wî ya 4 saetan a bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re roja Înê gelek bi dilgermî xuya bû, Ev yek paytextên welatên Rojava dixe di nava fikaran de. Ji ber ku Erdogan têkiliyên xwe yên bi Moskowê re kûrtir dike. Dema ku hevalbendên NATOyê vê yekê dikin, bandora cezayên rojava li ser Rusyayê kêm dike û rê li vê yekê digre.

Financial Times dibêkje ku, Tirkiye, tevlî ambargoya ku DYE û YE danîn ser Rusyayê nebû, berdewam kirîna neft û gazê ji Rûsyayê domandin û qada xwe ya hewayî ji balafirên rûsî yên bazirganî re vekirî hişt.

Berdewamiya nirxandina xwe de rojname dibêje: Erdogan dixwaze di hilbijartinên sala bê de bên kirin de bi ser bikeve. Mezinbûna krîza deyn û diravê ya Tirkiyeyê ji ber rêveberiya nebaş a aboriyê ye. Erdogan dixwazê vê rewşê bi rêya pêwendiyên Rusya baş bike.

“Tevî ku Tirkiye endamê NATOyê ye jî, ji aliyê qanûnî ve ne mecbûr e ku beşdarî mueyîdeyên DYE û YE yê yên li dijî Rûsyayê bibe. Lê kûrkirina têkiliyên aborî yên bi Moskowê re dibe ku bi Rojava re bibe sedema nakokiyan.

Rayedarekî payebilind got, eger Erdogan tişta ku roja Îniyê îşaret kiribû bike, welatên rojavayî dikarin bang li şîrket û bankan bikin ku ji Tirkiyê vekişin. Lê Tirkiye hem ji aliyê jeopolîtîk û hem jî ji bo karsazên rojavayî welatekî pir girîng e.

Back to top button