Kultur

Filma Mano Xelil xelata zîvîn stand

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelil xelata zîvîn li festîvala filman a Lessinia li Îtalîa stand.

Filmê derhinêrê kurd Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“, xelata zîvîn bo bastirîn derhinêr li festîvala sînema a navnetewi a Lessinia a Îtalîa stand. Festival di navbera 23.8 û 1.9 2013 li Îtalîa li dar ketibu behtrî 60 Film snî dan.

 

Mano Xelîl

Heta roja îro filmê «Apê Îrbom» car xelatên navnetewî standine. Film roja 6 Hizêranê 2013 derbasî sînema swîsrî buye û het rpja îro, yanî der dora sê mehan di sinema de ye. Dawiya salê wê film li Elmaniya têkeve ser ekranên sînema de.

Film çîroka mirovekî Kurde, „Ibrahîm Gezer“ (Apê Îrbom), ku bi esle xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom, heta salê 90î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bu, lê mixabin, ji ber zulm û zordariya rejîma Tirk her tiştê wî winda bu. Mala wî xirakirin, mêşên wî kuştin û eu neçar ma bereve û weke penaber were Swîsra. Her ku Apê Îrbom gelek kul, derd û rojên tarî derbas kirine lê însaniya xwe û kêfa xwe ji xwezayê û ji Însan re winda nake. Li Swîsra dîsa dibe xwedî mêş û çiyayên Alpê jê re dibin weke çiyayên Kurdistanê».

Link:
http://www.mountainblog.it/xix-film-festival-lessinia-lessinia-doro-a-historias-que-so-exsistem-quando-lembradas/

Back to top button