Civak

Fermandarê Qilebanê ji kar dûr xistin

Piştî komkujiya Qilebanê lêpirsînek destpêkirîbû. Ji bo lêpirsîn baş rêveherê parêzerê Şirnexê daxwaz kirîbû ku fermendarê hêzên leşkeran yê Qilebanê ji kar bête dûrxistin.
Di vê çerçovê de, îro fermandarê leşkerî yê Qilebanê ji karê xwe hate dûr xistin. Cîgirê fermandarê Alaya Robiskiyê Albay Huseyin Guney ji kar hate dûr xistin.

Ji berî nihajî gelek goman li se helwesta vî fermandarî hebûn. Niha parêzgerê Şirnek di vê derbarê de lêpirsînê dike, ji berku biryara nehîniyê di vê derbarê heye tiştek ji lêpirsîna dozer tiştekî baş nizane. Lê wezareta navxwe ji 3 kesan komiteyek ji bo lêkolînê rêkirîbû herêmê. Li ser rapora vê komîtê û daxwaza parêzgerê Şirnexê  ev fermandar ji kar dûr xistin.

Rojevakurd

Back to top button