Dosya

Fermandarê Giştî: Hêza pêşmerge wê bi tûndî berevaniyê ji gelê Kurdistanê bike

Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihand, tevgera hêzên Iraqê ya li ser tixûbênKurdistanê dê bibe sedema bûyerên  mezin.Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê da xûyakirin ku, şeva borî hêzeke Heşda Şeibî û beşek ji hêzên Artêşa Iraqê dest bi tevgerê kirine û xwe amadekirine bo êrîşkirina ser deverên di bin desthilatê pêşmerge de, bi taybetî jî li derdora Kerkûkê.Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diêje:: Ew tevger piştî  gefên çend rojên borî yên hejmarek  ji berpirsên leşkerî û siyasî yên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê hat û amajeyên metirsîdar yên derketina şer û  êrîşa li ser Kurditanê têde ye. Em hevpeymaniya navdewletî û raya giştî ji wê yejkê haydar dikin ku ew yek wê bibe sedem derketina karesateke mezin.Fermandariya Giştî ya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê diyar kir, ku ew di xema rewşê de ne û daxwaz ji hikûmeta Iraqê jî kir, ku li şûna hêz û xwesepandinê, dest bi diyalogê bike bo çareserrkirina pirsgirêkan.Herweha di daxûyaniyê de hatiye diyarkirin ku; Gef û êrîş nayên qebulkirin û nikarin ti pirsgirêkekê çareser bikin û hêza pêşmerge wê bi tûndî berevaniyê ji gelê kurd bike û rê nade ku kes bi zimanê çek û zorê serederiyê li gel Kurdistanê de bike.”Fermandariya giştî daye xûyakirin ku,  pêwîste hemû hêza pêşmerge di amadebaşiya temam de be bo bersivdana her cure hêzekê û her cure êrîşekê. 

Back to top button