Kultur

Ferhenga kurdî-tirkî ya ansîklopedîk

Ferhenga ansîklopedîk
Di Festîvala Wêjeyê ya li Berlînê
Ji Weşanên Rê, Berhema A. BALÎ
Ji aliyê nivîskar ve cara yekemîn hate nasandin.

Ferhenga kurdî-tirkî ya ansîklopedîk

Ew berhem bi du zimanan hatiye amade kirin. Bingeh bi zimanê kurdî û daxuyanî kirin jî bi
zimanê tirkî ye.

Destpêka nivîsandina berhemê di sala 1977 an de heya roja îro, di navbeynê 33 salan de    
hatiye amade kirin.

Mezinahiya berhemê: Ferhenga kurdî-tirkî ya ansîklopedîk 3 berg û 2282 pel in. Di
naveroka wê de 2533 wêneyên rengîn û yên reş û spî hene.

Di  berhemê ji sê ciltan pêk hatî de 100. 000 (sed hezar) zêdetir bêje (wûşe, sernivîs, dîrok,
wêje, erdnigarî, civak û komelnasî, rêzanî (polîtîk) û biyografiyên kurd û Kurdistan û yên
hemî cîhan di berhemê de hatine kom kirin. Dar û ber, kulîlkên ji hemî rengan, ajal û riwêk,
hemî bi rengên sirûştê, ewna bi rengên xwe yên taybet in.

Em dixwazim vê berhemê li welat jî bi alikariya weşanxaneyekê bigîhînin gencîneya çanda
kurdî! Lê çi mixabin weşanxaneyek kurd ewqas dewlemend li welatê me nîn e, ku vê
berhema ji 3 ciltan pêk hatî bi çapek ofset bide weşandin. Ji bo vê jî, em li hêviya pêşniyaz û
xwestekên saziyên kurd resen in. Pêşniyazên bên, em bawer dikin ku yê duweroj de, çapkirin
û belav kirina vê berhemê hêsantir bikin.

Ligel silav û rêzan
Weşanên Rê
 01.10.2010

Back to top button