Nivîsar

Federasyona bi van kesan ez naxwazim

Ev bi mehane û bi taybetî ev deh rojên dawî ye ku gelê Kurd ketiye kelecanekê û dibêjin Fedrasyon û Fedrasyon ji bo başûrê rojavayê Kurdistanê.Wekî ku hun dizanin do li bajarê Rimelanê Komîteya Damezrêner a Dîyarkirina Sîstema Bakurê Sûrîyê civiyabû û wê berdewam be heta pêncşemê.Gelek kes bê sebir libenda wê demê ne ku qerara Fedrasyonê bê raghandin.Piraniya wan jî hîn nizanin Fedrasyon çiye .Bi rastî ji bo rewşa ku niha başûrê rojavayê Kurdistanê têde ye çareseriya wê ya demkî Fedrasyon e.Lê Fedrasyonek çawa û bi çi rengî?federasGava pêşî ji bo Fedrasyonê gerek navê başûrê rojavayê Kurdistanê bê bikaranîn,ne bakurê Surîyê û Pêşmergeyên başûrê rojavayê Kurdistanê yên ji ciwanên wê derê pêktên vegerin ser axa xwe. Divê rêvebirên wê deverê hemû bi hilbijartina gelbin û gerek e li temamê başûrê rojavayê Kurdistanê yek leşker ji rêjîma Sûrîyê nemîne û hwd…Wekî ku hun di vî suretî de dibînin hemû endamên Komîteya Damezrêner a Dîyarkirina Sîstema Bakurê Sûrîyê ne ku do civiyabûn li Rimêlanê.Li ser maseya wan him mûz hene û him jî gêzer hene. Lê di destê hemû yan de mûz hene û didestê yekî tenê de jî gêzer tine ye. ji xwe hezkirîne û bitehma devê xwe dizanin. Bes min zanîbûna bê kîjan ehmeqî ew sifriya gêzeran daniye wir.Birastî jî ger ez zanibim ku ew ê ne ji min re Fedrasyonê îlan bikin, ger ew ê ji min re serxwebûna her çar perçeyên Kurdistanê jî îlan bikin ez naxwazim!Federasyon17.03.2016

Back to top button