Civak

Ezidî kurdin ne neteweyek cudane

Rêveberê giştî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê diyar kir ku ew bi çi rengekî qebûl nakin êzidî bo serjimêriya giştî ya Îraqê wek neteweka cuda ji kurdan bihête hijmartin.

Xeyrî Bozanî rêveberê giştî yê karûbarên êzidiyan li wezareta ewqafê bo Evro diyar kir ku hizba teqeduma îzdiyan li vê dûmahiyê bi fermî yadaştinameyek daye wezareta pilandana Îraqê û daxwaz kiriye ku êzdî wek netewe bihête li qelemdan û Dr. Elî Baban wezîrê pilandananê dixwaze di formên serjimêriyê de êzdiyan wek netewe bijmêre û got: Em li ser vê çendê ne razî ne. Nabê ku kesek biriyarê bide ka êzdî netewene yan ne.

Ji ber cografî û dîrok û ziman û ol û cilik û tîtalên wan biryar li ser daye ku kurdin û di desturê Îraqê de navê êzdiyan wek ol hatiye.
Bozanî diyar kir ku ev babete pirseka siyasî ye û bo vê meremê mîr Tehsîn Beg mîrê êzdiyan roja 9 / 12 di gel serokê perlemanê kumboye û ev tişte bo diyar kiriye û mîrê êzdiyan rijdî li ser wê yekê kiriye ku êzdî kurdin belê taybetmendiya xwe ya aynî heye û wek netewe kurdin.

Bozanî got: Me ji parlementoyê xwastî ye ku cenabê serok Barzanî bihête agehdarikirin û mayê xwe di vê pirsê bike û vê kêşê rabigirin û êzdiyan wek netewe li qelem nedin û eger vê çendê serinegirt dê li dadgeha fîdiralî dozê li dijê vê daxwaziya wezîrê pilandananê vekin.

Back to top button