Nivîsar

Ez li halê xwe digrîm!

Berjewendî û debara rojane, meqam û fersenperestî jê re bûye xal û pirsa sereke. Ji meseleyên netewî û nirxên Kurdayetîyê dûr ketiye, dûr hatine xistin. Siyaseta Tirkayetî û Tirkiyeyîbûnê jê re rehettir û xweştir tê….

Nûrî Çelîk

Ez li kesên ku dema xwe pê re derbas dikim temaşe dikim …

Li yên ku pê re xebitî me,

Li yên ku min destê xwe dirêjî wan kiriye,

Li yên ku min ew hembêz kirine û dikim,

Li yên ku min ew li kolîna xwe kirine,

Li yên ku min brîna wan derman kirine,

Li yên ku ez bûme his û dengê wan, temaşe dikim…

Ez li virekên ku xwe kirine dirûvê insanan temaşe dikim..

Piştre ez li jiyana xwe ya jidestçûyî û firyayî dinêrim..

Ez li ber xortanîya xwe ya ku di nav xiyanetên dinyayek bêedalet de derbas bûye, dikevim.

Ez li halê xwe digrîm…!

Gelek caran difikirim û diponijim, paşeroj, îroj û pêşeroja civaka Kurd xeyal dikim û diwezinînim. Paşeroj û roja îro dizanim û dibînim, lê pêşeroja civaka me wê çilo be kes nizane. Paşeroja me, ango salên 70-80 û heta 90 î jî, bahwerî, bext, soz û peyman sened bûn, bingeha fedakarî, rêhevalî û tekoşînê bûn. Li ser esasê wan senedan em bi hev re diçûn mirinê, çavên me li paş nediman ji ber me zanîbû yên ku li me û malbatên me xweî derkevin hene. Yanî pişta me saxlem bû. Paşeroja me paşerojek bi bext û xîret bû, bê berjewendî, bê timayî û paşerojek bê sextekarî pak û rewan bû.

Îro em dên û bala xwe didinê, di civaka me û herweha di nav partîyên me de jî misqalek ji wan nirxên pîroz nemane. Soz û bext, bahwerî  û xîretê cîhê xwe ji  berjewendîyê, şik û gumanê, ji sextekarî û durûtîyê re hiştiye û bahwerîya kesî hew bi hev tê. Herkes bi şik û guman, û li ser esasê berjewendîyê nêzîkî hev dibe. Yanî, jiyan û têkilîyên malbatî, hevaltî, dostanî û civakî bi benê xav bi hev ve hatiye girêdan û ew benê xav her kêlî, her kat û her meh û salê dikare biqete.

Şerê 45 salan, wêrankirin û koçberkirinê, asîmîlasyon û alozîya çanda civakê hem nirxên pîroz yên wek bahwerî, soz û bext bi civakê re nehiştiye, hem jî psîkîlojîya civaka me serûbinê hev kiriye.  Xirabbûna rewşa aborî, bêderfetî, çi li Bakurê Kurdistanê û çi jî li metropolên Tirkiyê Kurd ji xwe re kiriye biyanî û hest û helwestên netewî pê re nehiştiye. Berjewendî û debara rojane, meqam û fersenperestî jê re bûye xal û pirsa sereke. Ji meseleyên netewî û nirxên Kurdayetîyê dûr ketiye, dûr hatine xistin. Siyaseta Tirkayetî û Tirkiyeyîbûnê jê re rehettir û xweştir tê. Her çiqasî car caran rehên Kurdayetîyê pê re bijenin jî, pêşeroja xwe tê de nabîne, çunkî di qeyrana şerê 45 salan de mal û canê xwe wenda kiriye, êşiyaye û brîndar e. Helbet heta bi cîhekî êşa wî, brîna wî, hest û helwestên wî tên fêhmkirin.

Bixwebawerin û pêbawerin îro li Bakurê Kurdistanê pirsgirêk û nexweşîyek  mezin e.

Sosyalbûn, avakirina têkilîyên dualî û bawerî ji bo jiyana me ya civakî pir girîng in. Pênebawerîya bi kesên din bi tevahî gihiştiye asta fobîyê, û mirov êdî hem bi kesî bawer nabe û hem jî ji bawerîya wî jî ditirse. 
Ev rewş bandorê li hevdîtin û têkilîyên civakê dike. Ev serpêhatîya neyînî ya paşerojê, ji tirsa ku carek din biêşe, di têkilîyên nû de li derveyî îradeyê xwe dubare dike û mixabin  ev wek dorhêlek xirab berdewam dike. Tirsa " Heke ez dîsa bawer bikim, ez ê heman tiştan bijîm, heke ez bawer nekim carek din ezê zirarê nebînim" bandorek mezin li civaka me kiriye.

Bi kurt û Kurmancî; çi nifşê kevin, çi nifşê nû, ji paşeroja xwe, ji êş û azarên xwe ewqasî çavtirsandî bûye ku êdî bawerîya xwe bi bavê xwe jî nayne. Û ev yek bike neke bandora xwe li siyaset û têkilîyên civakê jî dike. Tiştên ku bên gotin pir in. Lê mixabin tukes li rê û rêbaz, li çare û çareserî yê nagere. Bigere jî nikare ji nav vê pirsgirêkê derkeve..

Back to top button