Civak

Ez dengê piraniya bêdenga me

Rojnama Taraf nivîsek di derbarê Selma Batmaz de belav kir. Li gora Taraf radigihîne, Selma Batmaz salên dirêj di nav refên PKK-ê de maye û niha jî piştî 12 salan li Almanya bêdengiya xwe xira dike û bi dengek bilin têştên di nava PKK-ê de jiyayî diqirîne.

Malbata Selma di nav refên PKK-ê de cig girtine. Mêrê Selma Batmaz Saidoglu Batmaz ji kadroyek bilind yê PKK-ê bû. Bi salan zîndanê de maye û piştî derketî çûye çîya û dest şer kiriye. Batmaz sala 1990-ê di şerekî de jiyana xwe ji dest dide.

Herweha gelek kesên din ji malbata Selma tevlî PKK-ê bûne. Malbata Batmaz bedelek mezin daye. Sala 1988-ê Selma jî diçe çîya û di nav refên çekdarên PKK-ê de cih digire. Sal û nîvê li Libnanê li herêma Baka li baregehê PKK-ê dimîne. Sala 1992-ê li Stanbulê ji bo çelakiyek ya PKK-ê tê girtin. Dema tê girtin berxwedide û xeber nade. Piştî ji zîndanê derdikeve hêdî naçe nav PKK-ê û diçe Almanya. Evê 12 salin li Almanya dijî.

Heta niha ji tu kesekî re di derbarê bûyerên di nav PKK-ê de ne axiviye û bê deng maye. Lê di dawiyê de, xwe nagirê û biryarê dide ku biaxive.
Li Almanya civînek di derbarê kurdên Sûrye de pêktê. Selma jî di vê civînê de amade dibe û diaxive. Selma dibêje: “  Rojeva kurda dijminên me kifş dikin“ û PKK_ê rexne dike. Piştî vê Selma tiştên di nav PKK-ê de dîtîn û jiyayîn dibêje.

Tenduristiya Selma ne başe ji sedî 60 laşê wê birîndar e. Rojname dirêjahî cig daye gotinên Selma. Piraniyê ku tiştên Selma dibêjin gelek caran ji aliyê kesên ji PKK-ê cuda bûyîn ve hatiye rojevê.

Lê herî dawî Selma dibêje: “ Wijdana min pakij bû. Ez naxwazim wek deyndarê gelê xwe bimrim. Min sund xwaribî ku, ezê bibim dengê piraniya yên bêdeng. Min soz dabû wan kesên di vê dozê de jiyana xwe ji dest dayîn. Min guh da dengê dilê xwe ,wijdana min rê neda ku ez bêhtir bê deng bimînim. Ez şahidê vê dozême, ez mahkum û mexdûrê vê dozê me. Yên ku dengê we dernakeve, min hemî berpirsiyarî girt ser milê xwe,ez dizanim ku dawiya vê de mirin heye. Ez vê qebûl dikim. Ji bo ez gelekî hij gelê xwe dikim, ez bi mirina xwe doza gelê kurd ve girêdayîme ji ber vê jî ez xwe didim ber mirinê. Ez bi tenê me, bi cesaretim, ji bo ev hovitî eşkere bibe tişta tê milê min eve. Ji bo ku min heta niha ev agahdarî nedayîn we doza lêborînê li gelê xwe dikim.“

Taraf/Rojevakurd

Back to top button