Polîtîk

Eronat: Herî zêde PKK Kurd kuştine

Oya Eronat Parlementerê Amedê ya AKP li gotareke xwe de balkişandiye li ser wê yekê ku rêxistina PKK herî zêde zarokên Kurd kuştine.

Oya Eronat ku zarokê wê ji aliyê PKK ve li êrîşa dersxaneya Amedê de(03.01.2008) hatiye kuştin dibêje: Roja ku kurê min jiyana xwe ji dest da ew roj ji bo min bû serdemeke nû. Li wê teqîna Amedê de her tişt perçe perçe bibû. Wiha lê hatibû ku ji ber ku me termên wî dîtibû, em dilxweş bibûn. Gelek kesan nedikarîn zarokên xwe peyda bikin, hinek ji pêlavên wan terman zarokên xwe nas dikirin. 

Eronat dide zanîn ku piştî wê rojê beşdarî li AKP kiriye û dibêje: Pkk her axaftina xwe de pêşî dibêje, (Em Kurd!) lê belê Pkk herî zêde zarokên Kurd kuştine û gundiyên Kurd kuştine. Eronat dide zanîn ku zarokên Parlementerên BDP an jî serkirdeyên PKK li kolejên Britanya û Amerikayê dixwînin, lê belê zarokên feqîran jî didin kuştin. Ewên li çiya jî bin, ew naçin şer û zarokên feqîr û bêkesan dişînin û didin kuştin.

 

Back to top button