Polîtîk

Êrîşa li dijî Ehmed Turk li Duhokê hat şermezar kirin


Ji bo şermezakirina êrîşa nejadperstên tirk ku, berî çend rojan li ber deriyê dadgeha bajarê Samsunê kir bo ser siyasetmedarê kurd Ehmed Turk, duhî xwendekarên zanîngeha Duhokê xwenîşandaneke saz kir û bi pilakat û sloganan ew êrîş şermezar kir “Kurdistan yek parçeye, Ehmed Turk ji xwîna meye”

Yek ji amadakerên xwenîşandanê ji rojnameya War re got:

–                     Em li vir amadebûna da ku ew reftara nemirovane y ali dijî Ehmed Turk hatiye kirin şermezar bikin. Em ji Ehmed Tur re dibêjin ku em bi xebata wî ya ji bo bidestveanîna mafên rrewayên gelê kurd li Tirkiyeyê, bi rêyên demokrasî û bi aşitîye, ne. Em daxazê ji hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku, ew kesên êrîşî Turk kirine bidin mehkemê û ceza bikin.

 

 

Back to top button