Civak

Êrîş li ser siyaseta Kurd berdewam e

Şaxa Manîsa a Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK carekî dînê kete ber êrîşa nijadperest, faşîst û şovenan.

Şaxa Manîsa a PSK berê jî gelek caran ketibû ber êrîş û gefxwarina nijadperestên Tirk.

Berbanga 25ê Cotmeha sala 2018an, çend kes deriya derweyê a avahiyê, ku saxa partiya me jî têda ye, şikandine û dijî partiya me diruşm avêtîne, xeberên xirap gotine.

Êrîşkar negihiştine qata, ku şaxa partiya me têda ye û ji wan 2 kes (M.C.A û F.C.O) ji aliyê polêse va hatine girtin.

Êrîşa hanê tenê tawana ziragihandin li mal nîne, her usa tawanekê mirovî ye, tawaneka kîn û nefret e bo beşekê civakê.

Êrîşa hanê her weha dijmînkariya nijadperest û faşîstên Tirk derheqa Kurd û rêxistinên kurd û siyasetmedarên Kurd nişan dide.

Êrîşa hanê nişan dide, ku, eger pêşiya êrîşên bi vî rengî neyê girtin û desthilatdarên Tirkiyê bona vê armancê tevdîr nestînin, rê li ber êrîşên mezîntir û xeternaktir xweş dibe.

Em êrîşa bo ser Şaxa Manîsa a Partiya me bi tundî mahkum dikin.

Divê hikumeta AK Partî bona, ku rê li pêşiya êrîşên hanê bigre, tevdîrên pêwîst yên îdarî û ewlehiyê bistine.

Divê êrîş li ser rêxistin û siyasetmedar û kesên Kurd wekî tawana mirovî bê hesibandinê.

Em banga hêzên welatparêz, şoreşger, demokrat û aşitîxwaz dikin, ku dengê xwe dijî êrîşa hanê bilind bikin, piştgirê saxa Manîsa a PSK bin.

25 Cotmeh 2018

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Back to top button