Polîtîk

Ergenekon a kurd

Şamil Tayyar kitêbek binavê (Ergenekon a Kurd/ Kodê nihêniyê PKK a kûr) nivîsiye û di van rojên bê de, dê li bazarî belav bibe û di vê kitêbê de Tayyar pilana Gul ku çekdarên PKKê ji çiya bîne xwarê eşkere dike.

Tayyar di kitêba xwe de dinivîse ku di sala 2003ê de, wê dema ku Abdullah Gul serokwezîrê Tirkiyeyê bû, digel sererkanê arteşa Tirkiyeyê û serokê MITê yê wê demê pilanek amade kirî bû ku 250 berprisên mezin yên PKKê li ser Îran, Îraq û Suriyeyê belav bike û ji bo yên din jî lêbihurîna giştî der bike û di çarçoveyê wê pilanê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan je rî hatine kirin.

Tayyar di kitêba xwe de bahsa hevpeyvîna digel Abdullah Gul dike û gotinên Gul dinivîse ku wê demê wî gotî bû: Ew qanûna ku diviyabû derêxin weke pêwîst nehata derkirin û derfetek ji dest çû.

Gul berdewambûna gotina xwe de dibêje: Ez dixazim wê yekê jî bîjim ku eger pirsa kurd neyê çareser kirin, Tirkiya nikare bibe dewletek mezin. Kî çi dibêje bila bêje, pirsa kurd pirseke siyasî ye û pêwîstî bi çareserieyek siyasî heye.

Rojevakurd

Back to top button