Cîhan

Ereb pirsa Surî hevaleyê Netweyên Yekbûyî dikin

Serokwezîrê Qeterê Hemed Bin Casim ragihand ku dê komkara Erebî ji ji Encumena Asayişa Nevnetewî daxwaz bike ku ku arîşeya Surî werbigire.

Serokwezîrê Qeterê ragihand ku, di nava heftiya li pêşiya me de wezîrên derve yên welatên erebî bicivin û rewşa Suriye binirxînin.

Wek tê zanîn Komkar a Erebî gelek  biryar di derbarê Suriye de standine û projeyek jî ji bo çareseriya arişeyan pêşkêşî rejima Suriye kirî bû. Suriye ev proje qebûl kirîbû, lê tu cara di praktîkê de gav neavêt. Herweha sizayên di warê aborî de  ku Komkara Erebî di derbarê Suriye de standîn tu bandorekî berbiçav nekir.

Di destpêka bûyerên li Suriye heta niha zêdeyî 5 hezar kes hatine kuştin. Ji aliyek din ve rejima Suriye dide xuyakirin ku, di van kesên hatîn kuştin de bi sedan leşker û sivîlên alîgrên rejîmê jî hene.

Rojevakurd

Back to top button