Polîtîk

Ereb naxwazin serhêjmarî li Kekûkê çêbibe

Encûmena siyasiya Erebî ya bajarê Kerkûkê naxwaze serhêjmarî bê kirin. Herweha dan xuyakirin ku eger serhêjmarî çûbibê ew beşdariyê nakin û encamên wê jî nasnakin. Li gora encumena Erebî, hukumeta Iraqê di demek nêzik nayê avakirin û di rewşek hale de serhêjmar jî nabê bête kirin.

Endamê encûmena siyasîya Erebî ya bajarê Kerkûkê Ebdurehman Munşid ji radiyoya Sewa re da xuyakirin, ku ew naxwazin serhêjmarî çêbibe.
Munşid got, ku heger hukûmet rijdîyê (israrê) ji bo çêkirina sehêjmarê bike, ew dê beşdarîyê nakin û dê li dijî encamên wê bin.

Herweha Munşid da xuyakirin, ku hîna gelek pirsên girêdayî demografiyaya deverên Kerkûkê, Mûsilê, Dîyala û hinek deverên din nehatiye çareserkirin.
Ji xwe dê vê derbarê de helwesta Ereban û taybetî erebên li Kerkûkê kifşe. Îro wezarata palndanîna Iraqê civînek pêktê, armanc ewe ku serhêjmariya giştî ya Iraqê heta  roja 5.12. 2010-ê xilas bibe.

Back to top button