Polîtîk

Ereb kirina kerkûkê berdewam e

Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê ya Kerkûk – Germiyan Ednan Kerkûkî ragihand ku proseya bi erebkirina Kerkûkê berdewam e û niha pilaneke nû jê re danîne ku erbên navçeyekê bînin Kerkûkê û lê bicîh bikin. Herwiha tekez kir ku rewşa ewlehiyê jî li Kerkûkê pir xerab bûye û îro mamosteyekî zanîngehê li Kerkûkê hat kuştin.Piştî dagîrkirina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî ji aliyê hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê ve, dîsa proseya bi erebkirinê li wan navçeyan destpê kiriye û heta niha hejmareke mezin ji Ereban anîne Kerkûkê.Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa ewlehiyê roj bi roj xerabtir dibe û îro jî mamosteyekî zanîngeha Kerkûkê bû, hat kuştin. Herwiha dizîn û proseya bi erebkirina Kerkûkê berdewam in. Veguhestina tomara navê welatiyan berdewam in û heta niha hejmareke mezin ji ereban anîne Kerkûkê.”Kerkûkî wiha got: “Hikûmeta Iraqê pilaneke metirsîdar daniye, ku nahêlin suneyên navçeya Cirf Seqir a Kerbela ku vegerin wê navçeyê û dixwazin wan suneyan hemûyan bînin Kerkûkê û li Kerkûkê bicîh bikin û kursiyên rêveberiya Kerkûkê bidin wan. Ew yek di nava proseya bi erebkirina Kerkûkê ye û hejmara wan zêde ye û pêwîst e rêgirî li wan bê kirin.”

Back to top button