Cîhan

Erê derkeve Tirkiye jî wek Iraqê perçe dibe

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiye Metin Feyzîoglu di civînekî de behsa guhertinên desturê û referandumê kir.Feyzîoglu di axavtina xwe de îdia dike ku, eger di referandumê de Erê derkeve sistema Eyaleta li Tirkiye çêdibe.Di axavtina xwe de Metin Feyzioglu got: Me serdana nêzikî 150 bajar û bajaroka kir. Li hemû derî me da xûyakirin ku, eger Erê derkeve , wê Tirkiye wek eyaleta parçe bibe. Em vê yekê tehlûkeke mezin dibînin.Li Iraqê herêmek xweser çêbû niha jî bi referandumê dixwazin Kurdistanê ava bikin.Eger Erê derkeve Tirkiye jî wek Iraqê parçe dibe.Di vê paketa guhertinên destûrê de sistema eyaletê heye. Em vê dibêjin,lê kesek bersiva me nade.Di berdewama axavtina xwe de Feyzioglu got: Serokê şeredariya Stanbulê dibêje, bila Stanbul bibe xweser. Di vê destûrê de Maddeyên, 123, 124 û127ê de mafê çêkirina eyaleta dide serokkomar.

Back to top button