Polîtîk

ENKS û PYD

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di derbarê hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re ragihand, divê rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî bê kirin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24 re diyar kir, di hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re, wî nameya xwe derbarê yekrêziyê de gihand wan û behsa rewşa niha Rojavayê Kurdistanê kir.

Da zanîn jî, “Mezlûm Ebdî dikare bandorê li PYDê bike û dikare bi rolekê ji bo yekrêziyê rabe. Em bi hêvî ne ew ligel Herêma Kurdistanê nêzîkahiyekê di nava tevgera siyasî ya Kurdî çê bikin.”

Herwiha Mihemed Îsmaîl got: “Daxwazên ENKSê diyar in, em çareseriyê di yek komê de dibînin, heger rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, dê di berjewendiya gelê me de be. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê û herwiha destpêşxeriya Fransî jî wiha bûn.”

Amaje bi wê yekê jî kir, li ser erdê tiştekî bilez çê nebûye, tenê di ragihandinê de zêdetir ev mijar tê behskirin.

 

Back to top button