CîhanRojev

ENKS ji bo rojhilatê Firatê pirojeyek pêşkêşî Fransa kir

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehand, wan pirojeyek bo rêvebirina navçeya rojhilatê Firatê dane Fransa.

Endamê serkirdetiya PDK-Sê, ku partiya serekî ya ENKSê ye, Ebdulrehman Apo ji BasNewsê re got, şandeka ENKSê bi berpirsên Fransa re li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hevdîtin kir.

Ebdulrehman Apo her wiha got, di civînê de şanda ENKSê pirojeyek pêşkêşî aliyê Fransî kir bo rêvebirina navçeya rojhilatê Firatê.

Li ser naveroka wê pirojê jî Apo got, ew deverên ku di pirojê de hatine gotin, Rimêlan û Tirbe Spî, Çelaxa, Meibed, Dirbêsî, Amûdê û Kobanî ne. Ew dever gefa Tirkiyê li ser e û beşek jî ketine destê Tirkiyê.

Wî serkirdeyê Rojava anî ziman jî, ENKS dixwaze wan deveran dûrî şer û aloziyan bigire û birêve bibe û got, tê çaverêkirin hinek welatên din jî bo vê mijarê bikevin nav tevgerê.

Back to top button