Polîtîk

ENKS ji bo PYDê çi dibêje

Piştî hevdîtina Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi Serok Barzanî re, serkirideyekî ENKS ji K24 re dibêje, pêwîst e valahiya piştî vekişandina hêzên Amerîkî çê bibe dagirin û behsa hevbeşiya PYDê re jî dike.

Her diçe rewşa siyasî û meydanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê aloz û hestiyartir dibe, ji aliyekî biryara vekişandina hêzên Amerêkî û ji aliyekî din ve jî gefên Tirkiyê yên êrîşkirinê bedewam in, lê li hemberî vê rewşa hestiyar jî heya niha aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ENKS û TEV-DEM nakok in û ne yekhelwest in.

Piştî civîna ENKS bi Serok Barzanî re, endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yên ENKSê Nihmet Dawûd dibêje, pêwist e ew valahiya ku hêzên Amerîkî çê bike dagirin û behsa hevbeşiya PYD jî dike.

Nihmet Dawod ji K24ê re wiha axivî: “Heta vekişandina Amerîkî dibe, em kar û barên xwe dikin da ku em wê valahiyê dagirin û divê em wek Kurd, Ereb û Siryanî karekî bi hev re bikin. Bi awayekî sereke ji ENKSê tê xwastin ku rolekê bilîze. Heger PYD di vê proseyê de bibe hevbeş, divê PYDê siyaseteke zelal nîşan bide û em bibin hevbeşê siyaseteke zelal da ku rihetiyekê li cem cîranan çê bike û em karibin gerentiyên navdewletî bistînin û piştgîriya me bikin.”

Tevî ku hin aliyan li Rojavayê Kurdistanê wek KNKê bizava destpêşxeriyê dikin, lê ENKS wê aliyê destpêşxer bi rengekî din dinerxîne.

Endama Desteya Serokatiya ENKS Fesla Yosif ji K24ê re got: “Em dibînin KNK beşek ji PYD û PKKê ye, ji ber wê em danûstandinê bi wan re nakin. Lê em dibînin ku îro desthilateke dêfakto li Rojava li ser erdê heye, heger zemîn çê bibe wek di ragihandinê de tê gotin, rast bin dê zemînek çê bibe û em wek ENKSê dibînin berî her tiştî divê ew lêvegerekê ji xwe re çê bike.”

Roj bi roj guhartinên siyasî û leşkerî li ser asta navdewletî ji bo Rojavayê Kurdistanê tên kirin, lê heya niha jî ti guhartineke destpêşxer ya rasteqîne di navbera aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin.

Zerdeşt hemê/K24

Back to top button