Nivîsar

Eniyek kurdan. Lê çewe ?

Hevseroka HDPê Pervin Buldan di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re eşkere kir ku ewê bi partiyên Kurdistanî re ji bo avakirina eniyeke Kurdan hevdîtin bikin. HDP dê bi Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T), Partiya Azadî û Sosyalîzm  (OSP) û Hereketa Azadî re hewl bide eniyek ava bike.Pervin Buldan ji Rûdawê re diyar kir: “Bi taybetî jî partiyên Kurdistanî em dizanin bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, çawa nêzikî pirsgirêkên welat dibin. Di rojên pêş de, piştî çalakiyên 8ê Adarê emê biçin serdana partiyên Kurdistanî. Her çi qas pirsgirêka wan partiyan a benda hilbijartinê hebe jî, yekîtiyeke bi van partiyan re gelek giring e. Piştgiriya wan a bo HDPê pir giring e. Eger Kurd di nava xwe de yekitiya xwe ava bikin, ti hêz dê nikaribe êrîşî nirxên me bike û nirxên me têk bibe.”Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç eşkere kir: “Em ji tifaqê dûr nakevin. Lê belê divê tifaq li ser siyaseteke rast bê avakirin. Wextê ku siyaset rast nebe û me ji hev baş fêm nekir, tifaq ti encamek nade. Pirsgirêk ev e.”Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik ji Rûdawê re ragihand: “Em dibêjin eger bloka neteweyî û demokratîk a Kurd û Kurdistanê pêk bê, di dengên Kurdistanê de dê şoreşek pêk bê. Li hemberî dewleta Tirkiyê, di dîroka Komara Tirkiyê ya 95 salan de cara yekemîn dê Kurd bibin aliyekî.”Gelek cara HDPê behsa yekitiya Kurda kiriye, lê mixabin tu cara jî ev yek pêk neanine ji ber ku di vê derbarê de siyasetek dirust rêve nabin. HDP çikas di vê pirsê de samimiye nayê zanin, dikare hemû guftuguya li gel aliyên din yê kurda bike lê bi biryarek ya naxwe yan jî ji Qendil,  ji dev hemû tiştekî berdê. Ev yek gelek cara kiriye..Wek din ji bo çi HDP dixwaze li gel aliyên kurdî yekitiyekî ji bo hilbijartina çêbike? Gelo ev cardin tektike ya jî rasti HDP hatiye guhertin.Ji berî her tiştekî HDP xwe wek partiyek ya Tirkiye dibîne û tifaqa xwe ya bingehin li gel çepên Tirk yên marjinal kiriye. Başe gelo dê hevserokê HDPê Sezai Temmeli  çewe platformek Kurd û Kurdistanî biparêze.Li vê derê pirs ne ewe ku çend parlementer kurd rêkin Enqere , yan jî çend bajarvaniya bi dest bêxin. HDPê 81 parlementer rêkirin parlementoyê, gelek bajarvaniyên li Kurdistanê kirin di destê xwe de, encam bû çi? HDPê ev yek heta çi radeyê ji bo berjewendiyên Kurdistanê bi karanin?Li Bakurê Kurdistanê di nava aliyên kurd de platformek hevbeş ya hilbijartina pêwiste. Lê eger ev yek bi însiyatifa HDPê çêbibe, tu cara pêknayê û dê nebê platformek kurd û Kurdistanî. Bila kesek xwe nexapîne.Belê ji derê HDPê aliyên din yên Kurdistanî bêne ba hev li ser hinek prensîba platformek hevbeş ya Kurdistanî li ser nirxên netewî ava bikin gelek baş dibe. Eger HDP van nirxan qebûl bike  û xwe di paltformek Kurdistanî de ku li ser nirxên netewî hatî avakirin de bibîne gelek baş dibe. Belki ev yek mecaleki bide ku HDP li kurda vegerê û rastiya xwe bibîne û bikeve li ser xetek netewî.3.3.2018Dara Bilek

Back to top button