CivakPolîtîk

Enfal Jenosîd e

 Îro 14’ê Avrîl e. Parlamentoyê Kurdîstanê 14’ê Avrîlê wekî Roja Bîranîna Qurbanên Enfalê ragihandiye.29 sal berê niha, rejîma BAAS a Iraqê, operasyonên Enfalan encam dabû û 182 hezar Kurd bibû qurbanên Enfalê.Enfal, qonaxeka here hov û xwînavî ye, di stratejiya rejîma BAASê da ku, ji bona  qetlîem û ji holê rakirina Kurdan daniye.Enfal, ku navê xwe ji Quranê Pîroz vergirtiye, tawaneke dij-mirovî ye.Enfal bi hemu aliyên xwe ve jenosîdê Kurdan e.Pir mixabin beşek berpirsên Enfalê bi taybetî yên derweyê heya niha jî derneketine ber dadigehê.Em carekî dinê operasyonên Enfalê protesto dikin, li ber hizura şehîdên Enfalê qirnoş dibin.Banga Serokatiya Herêma Kurdistan û hikumeta Kurdistan û partî aliyên siyasiyên Kurdistanê dikin, ji bona cebar kirina birînên Enfalê û dadigeh kirina hemu tawanbaran, milê xwe bidine hevdu.14 Avrîl 2017PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button