PolîtîkRojev

Endamê meclisa PAKê bi 20 mehan hate cezakirin

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxûyaniyek ragihand û da xûyakirin ku,Mehkemeya Mardînê 20 Meh Cezaya Hevsê Li Endamê Meclîsa PAKê Şeyhmus Unal Birî. Tê zanîn ku mehkemeyên Tirkiye gelek kurdên welatparêz û endamên partiyên cuda ku tu pêwendiya wan PKKê re tuneye, bi awayekî hewldidin PKKê ve girêbidin û wan ceza dikin.

Daxûyaniya PAKê:

Mehkemeya Mardînê 20 Meh Cezaya Hevsê Li Endamê Meclîsa PAKê Şeyhmus Unal Birî

Mehkemeya  Cezayê ya Mardînê,    ji ber hinek parve kirinên  wî  yên li ser sosyal medyayê, di heqê  endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şeyhmus Unal de doz vekiribû..Lê cîhê balê ye ku doz bi îdîaya ku ‘‘Şeyhmus Unal propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’ hatibû vekirin.

Di  van çend  salên  dawî de , di derbarê Serokê PAKê û  gelek rêveber û endamên PAKê û gelek weltaperweran de bi îdîaya ku  ‘’propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’, bi îdîaya ‘’endamtîya PKK-KCKyê’’ doz hatine vekirin û gelekan bi îdîayê ceza jî xwarine.

Ew doza ku di heqê endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê Şeyhmus Unal de hatibû vekirin , di roja 25.02.2021ê de encam da û Mehkemeyê 20 meh cezaya hefsê li Şeyhmus Unal birî.

Hemû dem û dezgehên Dewleta Tirkîyeyê jî, Mehkemeya Mardînê jî, baş dizane ku tu eleqeya Şeyhmus Unal bi PKK-KCKyê re tuneye. Lê dîsa jî bi vê îdîayê ceza li hevalê me birîye. Fikir û şexsîyeta wî ya sîyasî ya Şeyhmus Unal aşkere ye, herkes dizane.

Parêzer dê îtîrazî vê cezayê bikin.

Ev cezaya berdewamîya sîyaseta binpê kirin û ji holê rakirina azadîya ramanî û ya xebata rêxistinî  ye. Helbete ku tu ceza û tehdît dê nikaribe PAKê û gelê me yê cefakar ji rêya azadîya Kurdistanê vegerîne.

Em vê cezaya hatîye birîn  jî, îdîaya ku mehkeme dibêje ‘‘Şeyhmus Unal propagandaya PKK-KCKyê kirîye’’  jî şermezar dikin.

Şeyhmus Unal endamê Meclîsa Partîyê ya PAKê ye û herweha  di Hilbijartinên Herêmî  yên sala 2019an de namzedê Tifaqa Welatperper û Demokrat ê Şaredarîya Qoser a navçeya Mardîne bû.

27.02.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button