Polîtîk

Encûmena Asayişa Kurdistanê bersiva Sûriyê dide

Dimedya aligirê rejima Suriye de listeyeka ya kesayet û hêzên arikariya opozisyona Suriye dikin hatiye belav kirin. Navê şêwirmendê  encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî jî di vê listê de hatiye belav kirin.

Ji bo vê yekê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ji bo Raya Giştî daxûyaniyekragihand.

Daxûyani:


Li hin medyayên ser bi rejîma Sûriyê ve di nava lîsteyeke dûr û dirêj de ya wan kesên ku hevkariya opozîsyona Sûriyê kirine û weke piştevanên terorê hatine binavkirin, amaje bi navê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, birêz Mesrûr Barzanî hatiye kirin.

Cihê pêkenînê ye, ku rejîmeke şovînî, sîtemkar û dijî Kurdan ku bo mana xwe piştgîriya terorîstan kir, daku xwe weke alternatîveke baştir ji tundrewan xwe binasîne, behsa terorê bike.

Rejîmek ku çekên qedexekirî li dijî xelkên sivîl bi kar anîbe û xwîna bi sedan hezar welatiyên Sûriyê rijandibe û bi miliyonan kesên din koçberî welatên derdorê kiribe, çi îtîbareke vê heye ku bangeşeya çêkirina lîsteyeke wisa bike?

Tişta ku zêdetir jî cihê pê dikenînê ye, ew e ku hinek nefamên siyasî û gendel û xayîn bi vê nûçeya han kêfxweş dibin û ji bo vê li diholê didin.

Tişta ku rejîma Sûriyê hêrs û aciz kiriye piştgîriya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji hêzên resen ên Rojavayê Kurdistanê.

Şanazîye bo mirov, ku bi hevkarîkirina xelkê zulimlêkirî were tawanbarkirin û cihê serbilindiyê ye, ku li ser asta naxweyî jî weke endamê eniya dijî gendelkaran û xwefiroşan û welatfiroşan were hesibandin.

Dezgehên di bin serpereştiya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de li Kurdistanê de weke hevpeymanê hevpeymanan dijî terorê şer kiriye û bi berdewamî derbên dijwar li terorîstan dane, di operasiyona dawî ya taybetî de jî ku di medyaya cîhanê de jî deng veda, mezintirîn banda piştgîrîkirina darayî ya terorîstan û şoştina pereyê hate girtin ku gelek kes û alî jî di nava vê bandê de destê wan hebû.

Sedema kîn û aciziya xayîn, welatfiroş, diz û gendelên navxweyî jî li hember Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber vê yekê ye ku nav hatî her dem dijî sîxorî, dagîrkerî,teror, xiyanet û gendelî şer kiriye û rawestaye û li ser vê yekê jî berdewam dibe û di nav rêzên Pêşmerge de bereya li dijî terorê dimîne.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê

30.12.2019

 

Back to top button