Cîhan

Encama siyaseta Amerika li Iraqê: Îran serkeft

Artêşa Amerika di derbarê şerê Iraqê de raporek amade kir. Rapor ji bo rewşa sala 2003-2018ê ye. Ev rapora ku hatî amade kirin 1300 rûpelin.

Di vê raporê de behsa ketina hêzên Amerika ya Iraqê û şerên hatî kirin dike, di vê derbarê de nêzikî 1000 belgeyên nehînî cih digrin . Herweha ev rapor şirova Amerika ya herî berfirehe ku du derbarê şerê Iraqê de hatîye belav kirin.

Tişta ku herî balkêş ewe ku Amerika dibêje: Di encama van helwesta Amerika ya van 15 salan de, hêza ku behtir cesaret bûye û siyasete xwe de li Iraqê serkeftî Îrane .

Raporê de dibêje: Di şerê Iraqê de pêwendiyên Artêş û siyasetê zererek mezin daye Amerikayê. Hêdî Amerika bi awayê  Iraqê midaxeleyê tu welatekî nake. Tu cara Amerikayê hêzek berbiçav ku bikaribe li dijê milîsên Şîe û serhildana suneya şer bike rênekiriye Iraqê.

Raporêde dibêje ku, hêzên hevpeyman tu cara arikariya pêwist nedane Amerikayê, Amerika gelek zû ewlehiya Iraqê radestî Arteşa Iraqê kir. Amerikayê bawer dikira ku hilbijartinên li Iraqê sala 2015ê pêkhatîn, dê rewşa Iraqê baştir bikira. Lê berevacî şerê taîfî gelek dijwartir bû.

Back to top button