Civak

Emê wan kesan bidin dadgehê

Serokê dozgeriya giştî ya Herêma Kurdistanê ragihand, ewê wan kesên ku di bin navê xwepêşandanê de êrişî dezgeh û milkên giştî dikin, bidin dadgehê.

Serokê dozgeriya giştî ya Kurdistanê, Azad Hesen duhî li ser alozî û xwepêşandanên ku ev çend roj in li hinek bajar û bajarokên parêzgeha Silêmaniyê tên kirin, daxuyanî da û ragihand, dê wan kesên ku di bin navê xwepêşandanê de êrişî dezgeh û milkên giştî kirine û şewitandine û talan kirine, bidin dadgehê.

Azad Hesen her wiha got, me tîmên dozgeriya giştî erkdar kirine da ku raportan li ser ziyan û wan kesên ku ziyan gihandine milkên giştî, bidin me û emê jî li ser wan dosya amade bikin.

Back to top button