Civak

Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

‘’Em ewladê Kerbelayê ne, em bê guneh in, eyb e,  zilm e, qetlîam e’’

                                                                                      Seyîd Riza

83 sal berê, di roja 15.11.1937an de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyid Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê li Meydana Erase ya Genim bi awayekî zalimane hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza û kurê wî Resik Huseyin, Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber gulleyan, qetil kirine.

Bi gotina kesên ku qesasên qetlîamê bûne, bi jahra mişkan gelê me qir kirine. Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, ciyê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 83emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin. 15.11.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button