Civak

Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bibîr tînin

 

Serokê netewî û olî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 94 sal berê di roja 29.06.1925an de , ji alîyê Dewleta Tirkîyê ve hatin darve kirin.

Şêx Seîd û hevalên xwe, ji aliyê dadgeheke korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî bi cezaya îdamê hatin cezakirin û li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewleta Tirkîyê heta nuha jî cîhê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî aşkere nekirîye.

Dewleta Tirkîyê, divê ji ber van darve kirinan ji gelê Kurdistanê lêborînê bixwaze û cîhê mezelên nemiran aşkere bike.

Doza ku Şêx Seîd û hevalên xwe li ber wê jiyana xwe feda kirine, bi şehadeta sedhezaran nevîyên Şêx Seîd, bi xebat û têkoşîneke welatperwerane, îro jî li her çar perçeyên Kurdistanê berdewam e.

Şêx Seîd û hemû şehîdên doza azadîya Kurdistanê, weke 50 milyon Kurdên cîhanê û hemû Kurdistanîyan, li hêvîya azadî û serxwebûna Kurdistanê ne.

Her destkeftin û statuteyeke sîyasî ya li her perçeyekî Kurdistanê dê ruhê şehîdên me şad bike.

Di 94emîn salvegera darvekirina wan de em Şêx Seîd û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.
29.06.2019

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button