Civak

Em Şewitandina Mizgefta Kûrşûnlûyê ya Dîrokî Rûreş Dikin

Mizgefta Kûrşûnlûyê ya li Navçeya Sûr a Amedê , li ber çavên mirovahîyê tê şewitandin.Ewilî li vê navçeyê Mînareya Çar Pê hate gullebaran kirin.Paşê li ber vê Mînareyê Tahîr Elçî hate qetil kirin. Niha jî Mizgefta Kûrşûnlûyê tê şewitandin.Tiştê ku îro tê şewitandin, ne bes mizgeftek e; herweha wijdan, hêş û dîroka Amedê û Kurdistanê têne şewitandin.Navçeya Sûr a Amedê, jiber vî şerî, jiber van pevçûnan wêran bûye.Birîneke kûr di aborî û jîyana vê derê de vebûye. Bi dehan mîrasên dîrokî di bin xeterîyeke mezin de ne.Peymana Laheyê(Peymana Di Rewşên Pevçûnên Çekdarî De Parastina Mîrasên Kulturî )ya UNESCOyê,di 14.05.1954ê de hate îmze kirin û di 7.09.1956ê de wek resmî hate cîbicî kirin.Li gel Tirkîyê 129 dewletan ev peymana qebûl û îmze kirine.Em bangî UNESCO ya ku Baxçeyên Hewselê û Sûrên Amedê wek ‘’Mîrasên Kulturê yên Cîhanê’’ pejirandîye dikin, em bangî 129 dewletên ku Peymana Laheyê îmze kirine diki em bangî hemû mirovahîyê dikin: Nehêlin mîrasên me, mîrasên mirovahîyê bêne qetil kirin.Rê li ber vê qetlîamê bigirin.Em bangî Dewleta Tirk dikin: Dest ji vê siyaseta şerî, ya kuştin û wêran kirinê berde.Em bangî PKKê dikin:Ev siyaseta şer, ya xendekan, ya pevçûnê zerarê dide gelê me, welatê me, dide doza azadîya me. Dest ji vê siyasetê berdin.Em dibêjin jibo çareserîyeke sîyasî û mayînde, bila Dewleta Tirk li gel hemû partîyên Bakurê Kurdistanê rûne. Jibo vê jî divê demiltest Dewleta Tirk û PKK şer rawestînin. 08.12.2015Hereketa Azadî, KADEP,OSP, PAK,PAKURD,PDK-BAKUR, PSK

Back to top button