Polîtîk

Em şerê navê Kurdistanê dikin

Roja 11ê tebaxê li Diyarbekir Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê vebû. Cara yekem bû tabeleyek bi navê KURDISTANê li Diyarbekirê dihat daliqandin.

Medya Tirkî bi rojan cih da vê babetê û taybetî parlementerên CHPê û MHPê daxuyaniyên dijwar dan. Kemalist rabûn ser piyan. Nijadperestan kirin hawar ku Tirkiye parçe dibe.

Niha jî di derbarê Komeleyê de wezareta Navxwe lêpirsîn vekir. Ew dixwazin Ciwanên Kurdistanê tabeleya xwe daxînin. Lê Ciwan dibêjin em danaxînin û ev mafêk yasayî ye. Emê heta dawiyê li mafê xwe yê yasayî xwedî derkevin.

Li ser vê yeke Rojeva Kurd pirsek radestî serokê Komeleyê Serhat Mêrdînî kir. Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bersiva Rojeva Kurd da em spasiya wî dikin.

Serokê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî dibêje:

“ Divê ji berî her tiştî em wek netewek, têkilîyên xwe û dagirkeran bi awayeke zelal bibînin. Welatê me hatîyedagirkirin. Dagirker, dewlemendîyên welatê me bi kar tînin û me jî di karen xwe de dixebitînin.

Ger em bi çîrokên biratîyê nexapin, emê bibînin ku dagirker tu carî naxwaze dest ji dewlemedîya welatê me berde û daxwaza wî ewe ku her û her wê dewlemendîyê ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne.

Yanî dixwaze dagirkerîya li serKurdistanê her û her bidomîne. Ji bervê yeke, çiqas biçûk be jî, hemû gavên ku ji bo berjewendîyên Kurda bên avêtin dagirkeran eciz dikin.

Dema me biryara vekirina Komeleyê da, me lêkolînen xwe kir û her tişt bi ûsil kir. Me qanûnên li ser vekirina komeleyan xwend, nirxand û li gor wî me rêznameya xwe amade kir. Li gor yasayan tu asteng tuneye ku destûrê nedin.

 Lê di wir de mijarek girîng heye. Me ligor yasayan rêzname amadekir lêbelê me ne ku ji bo bibin komeleyek bi temamî li gor dilen dagirkeran ava bûye vî tiştî kir. Armanca rêxistinek netewî, berjewendîyên Kurdistanê ye. 

Em jî îro şerê navê Kurdistanê dikin. Armanca me eweku em navêKurdistanê bidagirkeran bidin qebûl kirin.

Her çiqas qismek çapemenîya Kurda vî tiştî fam nekin û di malperên xwe de cih ne din nûçêyên me jî, dagirker bi vîtiştî baş zanin û eciz dibin. Ewê bi her awayî êrîşê me bikin. Emê jî gavek paş de navêjin û şerê navê Kurdistanêbikin. Me wê tabelayê ji bo ku daxin daneliqand.

Em ji dema derketina me û wir de û bi taybetî jî di vêpêvajoyê de, ji bo piştgirîya ku daye me spasdarê Rojevakurd in.“

Serokê KomeleyaTevgera Ciwanên Kurdistanê Serhat Mêrdînî

Back to top button