PolîtîkRojev

Em piştevanê daxwazên rewa yên Êzidiya bin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Yekşemê pêşwazî li çalakvana êzidî ya ji destê rêxistina terorîst DAIŞê rizgarbûyî ya nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Nadiya Murad kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di hevdîtinê de dûpat kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewleke xwe daye ji bo kêmkirina azarên xwişk û birayên êzidî û dabînkirina jiyaneke hêja ji bo wan û vegera penaberan ji bo cih û warên xwe.

  • Mesrûr Barzanî got: “Êzidî pêkhateyeke resen û gîring a gelê Kurdistanê ye û Herêma Kurdistanê her tim piştevaniyê li daxwazên wan ê rewa dike û bi sedan Pêşmerge ji bo rizgarkirinê Şingalê şehîd bûne. Lewre pêwîste rewşa Şingalê asayî bibe û aramî vegere ji bo deverê.”

Nadiya Murad jî tekezî li ser rizgarkirina revandî û kesên bêserûşûn û êzidî kir û daxwaza azadkirin û vegerandina termên êzidiyên gundê Koço kir.

Murad daxwaz ji Serokwezîr Barzanî kir di demeke nêzîk de aramî, seqamgerî, aştî û dadperwerî vegere Şingalê û deverê.

Herwiha di civînû de tekezî li ser girîngîya berdewamîdana hemahengîyê ligel tîma lêkolînê ya navdewletî ji bo tomarkirina tawanên DAIŞê jî hat kirin.

Back to top button