Dosya

Em qet dev ji serxwebûnê bernadin

Em negihîştine qonaxa dawî,em qet dev ji serxwebûnê bernadinDi ahenga bangeşeya lîsta 183 ya PDKê de li bajarokê Akrê, Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Em rojekê ji rojan dev ji mafê xwe yê serxwebûnê bernadin.”Mesrûr Barzanî di gotara xwe de wiha got: “Akrê û devera wê kelha PDKê û kelha serfirazî û serxwebûnê ye. Hilbijartinên vê carê pir girîng in ji ber ku biryarên ku dê di Parlamentoya Kurdistanê de bên dan dê bandorê li ser çarenivîsa Kurdistanê û jiyana xelkê Kurdistanê bike. Berbijêrên PDKê neçin parlamentoyê dê berbijêrên hinek aliyên din biçin, ku dibe ew berbijêr biryarên wan ne di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bin. Hêj qonaxeke dûr û dirêj li pêşiya me ye ji bo diyarkirina paşeroja Kurdistanê. Lewma em dibînin ku pêwîst e rêbaza PDK û Barzanî serkêşiya vê qonaxê bike. Mafê gelê Kurdistanê berdewam armanca me ya sereke ye û emê ber bi serkeftinên mezintir jî biçin.”Mesrûr Barzanî wiha domand: “PDK bergirî li hebûna Kurdistanê kir û herwiha di bergiriya xwe de jî bingehên bihêz ji bo paşeroja Kurdistanê danî. Bi dengê we ji bo berbijêrên PDKê dê hikûmeteke bihêz û Kurdistaneke bikêz ava bibe. Em amade ne xwe bikin qurbanî ax û xelkê Kurdistanê û heta em dax bin em serê xwe ji dijminan re naçemînin. PDK xelkê Kurdistanê ji nemanê rizgar kir û nasnameya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê parast. PDK hiştiye itîrafeke navdewletî bi Herêma Kurdistanê bê kirin. Ji hemûyan bipirsin dema Kurdistan ket bin êrîşên hovan de, şagirtên kîjan dibistanê bûn ku çûn xebata bergiriyê? Bêjin em li ser rêya wê rêbazê ne ku bergirî li ax û kerameta vî miletê kirin.”Mesrûr Barzanî wiha got: “Dema hûn dengê xwe didin, bînin bîra xwe ku kê bergirî li axa Kurdistanê kir û serokê kê li xalên pêşî yên şer bû û bergirî dikir û eger Kurdistan dîsa rastî êrîşan be dê dîsa kî bergiriyê li Kurdistanê bike. Em negihîştine qonaxa dawî. Hêj neyarên me gelek hene. Mixabin eger ne ji xiyaneta navxwe ba û eger ne ji xiyaneta 16ê Cotmeha par ba, îro belkî me ahengên serkeftinên mezintir lidar xistibana. Lê roja 25ê Îlona par ku roja referandumê bû, mezintirîn destkeft ji bo Kurdistanê bidest hat û îradeya xelkê Kurdistanê biser ket dema 93% ji xelkê dengê xwe dan serxwebûnê. Em rojekê ji rojan dev ji mafê xwe yê serxwebûnê bernadin. Em gihîştine qonaxekê ku kes nikare bi çavekî nizm û kêm li xelkê Kurdistanê binere.”Mesrûr Barzanî wiha domand: “PDK heta niha ji ber pilan û zextên hidur û derveyî Kurdistanê nikariye heta niha hemû daxwazên xelkê Kurdistanê cîbicî bike, lê eger vê carê PDK gelek kursiyên parlamentoyê bidestve bîne, dê hemû pilanên ku dane pêşiya xwe û daxwazên xelkê Kurdistanê cîbicî bike.”

Back to top button