Vîdeo

Em ne li gel paşxistina hilbijartinan e

Îro şandeke PDKê serdana avahiya sereke ya Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê kir û li gel berpirsên pilebilind ên Goranê civiya. Piştî civînê Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed û Peyvdarê Goranê Şoreş Hacî naveroka civînê di konferanseke rojnamevanî de aşkere kirin.Derbarê sedemê daxwazên Tevgera Goran a paşxistina helbijartinên parlamentoya Kurdistanê de Şoreş Hacî got, prensîba sereke yê Tevgera Goran pêkanîna helbijartinan a di dema xwe de ye û xwezî Herêma Kurdistanê xwedî wê destûr û saziyên bihêz ba ku di her mercekê de karîba helbijartin di dema xwe ya destûrî de pêk anîba. Got: ‘’Ji bo biryardayîna li ser helbijartinê jî Civata Niştimanî ya Tevgera Gorran dê bicive.’’Berdevkê fermî yê PDKê Mehmûd Mihemd jî ragehand: ‘’Em giring dibînin ku nêzîkî hev bibin û xalên hevbeş de pêşketinekê çê bikin. Ji bo xalên cuda jî em dem bidin û guftûgoya zêdetir. Dibe li ser babetên niştimanî pirsgirêka me tine be, lê li ser çawaniya siyasetê pirsgirêk hene.’’Derbarê paşxistina helbijartinan de jî got: ‘’Berê hate paşxistin û encamên wê baş nebûn. Buhara bûrî dema helbijartinê bû, lê wê demê hin aliyan daxwaza paşxistinê kirin, PDK jî razîbû. Lê piştre 30ê Îlonê 2018 bo helbijartinê hate diyar kirin. Bi pirs û nêrînên aliyên din ve ev roj hat diyarkirin û me jî baş dît. Niha bo helbijartinê hewa baş e û komîsyonê jî hemû karên xwe yên teknîkî bo helbijartinê kirine.’’ https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/1510705152364544/

Back to top button