Polîtîk

Em nahêlin mafên destûrî yên Kurdistanê li Iraqê kêm bibin

Hukumeta Herêma Kurdistanê sinduqa pereyan ji bo alîkariya koçber û penaberên ku nû tên Herêma Kurdistanê, ava dike.

Roja 30.10.2019ê Hukumeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîrê Kurdistanê behsa bûyera kuştina Serkirdeyê Rêxistina Terorîstî ya DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî kir û got, rast e kuştina Bexdadî pir girnîng bû, lê ev yek nayê wateya ku DAIŞ û teror bidawî bûne, lê belê hêj DAIŞ metirsiyeke cidî ye li ser xelkê gelek navçeyên Iraqê. Mesrûr Barzanî got, efsaneya DAIŞê li ser destê Hêzên Pêşmerge hat şikandin, ku bû sedema wê yekê ku ew rêxistin li Sûriyê jî li ser destê Kurdan bê herifandin.

Piştre Serokwezîrê Kurdistanê behsa pêşhatên dawî yên Iraqê kir û ragihand: “Têkçûn û xerabûna rewşa Iraqê ne di berjewendiya xelkê Iraqê û Herêma Kurdistanê de ye. Em ligel mafên rewa û aştîxwaz ên xwepêşanderan in, lê em li dijî karên tundiyê ne. Herwiha em piştgiriyê li Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dikin, ku bi karê reform û çaksaziyê û bi xizmeta xelkê, rabe.”

Mesrûr Barzanî wiha got: “Her guhertinek li Iraqê li dervey destûr û yasayê em qebûl nakin. Her hewlek jî ji bo kêmkirina û destkariya deselat û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li Iraqê, em li dijî wê ne. Em nahêlin jî ku ti guhertinek li ser destûrê Iraqê çêbibe ku li dijî maf û daxwazên xelkê Kurdistanê û qewareyê Herêma Kurdistanê be. Em daxwaz ji hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî wan pêşhatên Iraqê yekrêz û yekdeng bin ji bo parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.”

Piştre Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed jî di civînê de rapora xwe ya derbarê pilana pêşwazîkirina li penaberên Rojavayê Kurdistanê û xizmeta wan, pêşkêş kir û di civînê de Encûmena Wezîran ew pilan erê kir ku dibêje, pêwîst e sinduqeke pereyan li Herêma Kurdistanê hebû û her berdewam be, ku taybet be bi penaber û koçberên ku nû tên Herêma Kurdistanê û ew pere ji bo xizmetkirina wan amade be. Hikûmeta Iraqê û saziyên Neteweyên Yekbûyî û welatên ku alîkariyan pêşkêş dikin û şirketên navxwe yên Kurdistanê û şirketên derve, bikaribin pereyan bixin wê sinduqê de.

Back to top button