Hevpeyvîn

Em li ser çîyayê Şingalê bê ehlaqiyê naxwazin

Fermandeyê şervanên kurd ên Êzîdî û hêzên Pêşmerge li çiyayê Şingalê Qasim Şeşo li ser aloziya ku duh li ser çiyayê Şingalê derketibû, ragihand, ew bêexlaqiya ku duh bi navê xwepêşandanê hat kirin bi plana partiyekê bû ku li dijî PDK û Pêşmerge hat kirin. Şeşo got, me vê carê dengê xwe nekir lê cardin emê tiştekî wisa qebûl nakin.

Roja 16ê vê mehê (duh) komek jin, zarok û genn li ser çiyayê Şingalê xwepêşandanek li dijî hêzên Pêşmerge yên li ser çiyê li dar xistin û ji pêşmergeyan xwestin çiyayê Şingalê biterikînin.

Yek ji fermandeyên Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Temer Koçer ji Rûdawê re got, ew alozî ji aliyê PKKê ve hatiye kirin çimkî endam, şervan û rojnamevanên PKKê bi wan re bûn.

Fermandeyê şervanên kurd ên êzîdî û hêzên Pêşmerge li çiyayê Şingalê, Qasim Şeşo li ser bûyera duh ji Rûdawê re got, xwepêşandan li her derê cîhanê tê kirin lê ya ku duh hat kirin bêexlaqî bû.

Qasim Şeoş bêyî ku navê ti partiyekê bîne ziman, got ku ew aloziya duh bi plana partiyekê li dijî PDK û Pêşmerge hatibû organîzekirin û wiha axivî: “Yên ku bi navê xwepêşandanê hatibûn otomobîlên me şikandine, êrişî nexweşanê kirin êrişî pêşmergeyan kirin lê pêşmerge pir bi tehemul nêzîkî wan bûne û qet bersiva wan nedan ji ber ku dizanîn komplo ye. Yên ku bi xwepêşanderan re hatibûn çekdar bûn û xwe ji şer re hazir kiribûn. Wan dixwast em şer bikin lê pêşmerge ew komplo vala derxist.”

Fermandeyê şervanên kurdên êzîdî li çiyayê Şingalê anî ziman ku xelkê Şingalê ji Pêşmergeyan hez dike û bi xwe jî pêşmerge ne û wiha axivî: “Hêzên pêşmerge xelk parastin û rêya rizgarbûna wan vekirin. Partiyên din jî di vê rewşa xirab a devera Şingalê de tenê di ragihandinê de gotinên mezin dikin û duberetiyê çêdikin.”

Qasim Şeşo bi berdewamiya gotinên xwe de wiha got: “Ez nizanim partiyek çawa li dijî partiyek din xwepêşandanê dike. Ew çend kesên ku hatibûn wir jî bêxwedî bûn û dixwestin xwe li wan bikin xwedî.”

Şeşo hişyarî da wan xwepêşanderan û partiye ku pişta wan digire û wiha axivî: “Me vê carê tiştek negot wan lê eger cardin tiştekî wisa çêbibe emê wan DAIŞ bihesibînin û mîna DAIŞê jî li wan bidin.”

Wî fermandeyê kurd bang li wê “partiya komploger” û yên din jî kir û got, bila hemû bizanin ku Şingal her dem bi Barzanî û PDKê re bûye û dê her dem wisa jî bimîne û wiha axivî:

“Em berê jî bi hev re bûn emê heta mirinê jî bi hev re bin. Tenê PDK û Barzanî dikarin Şingalê rizgar bikin û biparêzin. Ji ber wê jî em ji wan re dibêjin, di vê demê de ku kurdên êzîdî û hemû gelê Kurdistanê birîndar in, cardin tiştekî wisa nekin.”Rudaw

Back to top button