Polîtîk

Em li kurdên Rojava xwedî derkevin

Em li kurdên Rojava xwedî derkevin

Li Rojavayê Kurdistanê rojên pir hesas û dijwar derbas dibin û gelê me rastî êrişên komên çekdar tên.

PYD nahêle hêzeke din ya kurdî li rojavayê Kurdistanê hebe û dixwaze nîşan bide ku tenê ew û alîgirên wê hene Rojavayê diparêzin.

Ciwanên 14 heya 18 salî dişîne pêşîya şer, dema xelkên sivîl û endamên partîyên din dihên kuştin bi lez ala YPGê dadene ser cenazên wan û ser xûna wan reklam dike ji bo pêşerojê bibêje me ev qasî Şehîd dane “we çi kiriye?“ Lê xelkê Rojava ji bo Welatê canê xwe fîda dikin na ji bo PKKê û PYD.

Hemû kes dezane ku PYD  eşkere bi rejîma Sûryê re harîkarî dikin û Herîm bi şerê navxweyî re rûbirû maye bi vî awayî jî rê li ber serkeftina tekoşîna Rojavayê Kurdistanê bigire.

 

PYDê rê li ber çêbûna îdareya hevpar ji bo bajarên Rojavayê Kurdistanê girt û wê bi tena serê xwe û yekalî û bi hêza çek û bi piştgîriya rejîma Sûrya; destê xwe daniye ser her tiştî, rê li ber wê yekê girtiye ku ji bo parastina ax û xelkê Rojavayê Kurdistanê, çek di destê ti partiyeke din de hebe!.

Em Bang li hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikin ku pir ciddî li ser yekalîtiya ku PYD li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne rawestin, ji ber derfeta ku niha ji Rojavayê Kurdistanê re çê bûye, dixe nav metirsiyeke pir mezin ya jinavçûnê!.

 BiJÎ KURD Û KURDISTAN

Tevgera Şoreşgerên Araratê

27ê Adarê 2014 an

 

Back to top button