Nivîsar

Em li hevûdin xwedî derkevin(2)

 

Kurd evîndarê edaletêne.,dijî cîhanek bê edalet .,.bê exlaq,bê prînsîp,bê bingeh bi îsrar û bi biryarin. Kurd îro vê helwesta xwe a dîrokî,însanî ber dîrokê,.ber mirovahîyê dubare dikin.Kurd torîvanê dîrokek bi edalet a veşartîne.Vê dîrokê îro kurd bi zanetî..bi cesaret serarast û zelal dikin.,diweklînin ..dîroka mirovahîyêda dîsa yê rola xwe a pîroz bileyzin.Dîrok hewceyî edaletêye,kurdê edaletê berpa bikin.Mirovahî,dîrok hîvîdarê serkeftina kurdaye.Kurd dikarin fermandarîya durist adilyane ava bikin.

Kurd heya dawîyê bi hevrabin bê şik yê pirsgirêkên navnetewî ên global bi aştî.,.adilyane û durust ê çareser bikin.Nirxên meye netewî gerdûnî,.dîroka kevnar,xizmeta kurda a dîrokî vê rastîyê testîq dike.Balkêşe.ku kurd torîvanê mêrxasîyê û xêrxwezê edaletê bûne di dîroka mirovahîyêda.Kurd xwedênasin,dilsozin,xêrxwez û dilrehmin,rênîşa dîrokê bi edalet dikarin bugehirin.Şopa kurda dîrokêda heye,.layîqî şanazbûnêye.Her kurdek ê bi şeref dikare bi serbilind kurdeyatîya xweva,resana xweva firnax û şa bibe.Lewra kurd hertim li ber dîroka mirovahîyê serbilind û kêrhatî bûne.XIZMETKARÊ EDALETÊ bûne.

Nexastî û neyarên kurd çiqasî kurd pêpez kirin,înkar û helandina kurdara hewl dan jî lê nikaribûn kurda alt bikin,li ber berxwedan û serhildanan hertim jî acîz û matmayî man.

Îro jî neyar û koledarên mafê mirovan li ber pêşketin û îrada kurd,li ber serhildana kurd şaş û acîz maye.KURD li qadada yek dibin û berbi pêşerojek bi rûmet dimeşin.Neyar,koledar  ji ber vê yekbûnê ditirse,vedikişe û li ber vê meşê a bi rêk û pêk xwe biçûk û bêhêz dibîne.Dû demeke tarî û dirêj,dijwar careke din kurd ên bi şeref,bi sîyanet li meydanada hev digirin û hevdura xwedî derdikevin.Li ber vê berxwedan û serhildana kurdan meydana koledaran diderize.

Cîhan tew jî dijî kurda ku yekbe dîsa jî yê bi kurda nikarbe.KURD meydanada têdigêhjin.Ku nava meda kurmê darê peyda nebe emê dunya bê edalet alt bikin. Bapîrê me weha gotine: “Kurmê darê ku ne ji darêbe dar narize…”~ Kurd bi dema bûne qurbana kurmên darê.Lê vêcarê kurdên bi şeref,ên bi wîcdan li meydanada yek dibin,dastana yekbûnê.,.dastana azadîya mîlyona tê nîvsandinê.

Bi van dastana li meşada kurd him jî ji bo pêşeroja zarokên xwe,,ji bo pêşeroja nifşên hatî dijî kurdên sexte,xwefiroşan ên bê exlaqe,bê fehm.anarxîst,avanturîst,dijî îxaneta nezana bi cesaret pêwîste raweste.

Li ber dastana yekbûnê xaîn têkçûyîne.Kurd dunyak wekhev azad ava dikin,.koledarê li ber dastana azadîyê dawîyêda yê çok vedin, ji bo kirin û emelên xwe ê qirêj,.ji bo bê edaletîya ku hember gelê kurd didan meşandin yê lêborînê bixwezin kurdê wan mecbûrkin. Vêcarê şans û dem ya meye .Kurd vê şansê dest bernadin. Dîrok baş dizane kurd kîne……

Em kîne.?
Em kurdin.
Mêrxasê deman.,
Rêberê gelan,
Kurd tên ji qurnan,
JI qadê giran.

Em kîne ?
Em kurdin.
Xêrxwez û merdin.,
Hertim bi derdin,
Şerê giranda
Kurd avangardin.

Em kîne?
Em kurdin,
Mane bê rêber,
Bûne penober.
Revok û koçber,
Welat me da der.

Em kîne ?
Em kurdin,
Nivî cerdevan,
Nivî qehreman,,
Dijî hev meşyan,
Man bê niştiman.,
Bûn dîlê deman.

Em kîne?
Em kurdin,.
Aştî xwezin,
Mirov perezin,
Dunyake aza,
Em dixwazin.

Em .kîne?
Em kurdin.
Dîsa rabûne,
Dawî şabûne
Dijî mafxura.
Bi dil yekbûne.

Em kîne?
Em kurdin,
Em têdikoşin,
Em jî xîroşin,
Ji bo wekhevyê,
Qada bi coşin.

Em kîne?
Em kurdin.
Ji bo jîyanê,
Em têdikoşin,
Vê oxrêda jî
Em hertim noşin.

Em kîne.?
Em kurdin.
Xwedan şerefin,
Tim bê terefin,
Dunya durîda,
Bê rêz,bê refin.

Em kîne.?
Em kurdin.
Pêş cavê barbar,
Hertim em reşin,
Ji bo azayê,
Heya dawîyê,
Emê bimeşin.
Ji bo jîyanê,
Emê bimeşin.

Ji bo edaletê,
Em têdigoşin
Lewra em kurdin….
Dastana rastîyê
Em dinivsîn……

Dastana rastîyê.

Em çawa gel her demêda jî ji hêla sîyasî –ramyarî ,aborî ,cîvakî gerdûnî ,rizgarî û y. d. paşda mane.Ji bo ku em jî demêra bimeşin,gavên pîroz bavêjin,pêşkevin  ji mera yekbûn a saxlem pêwîste,.

Yekbûn hêze,mirov û gelên bi hêz ,têgêhiştî tu wext jîyanêda têk naçin.Ku em xwe ji nûva ava bikin ,nûjenbûnê qebûl bikin,ji kevneşopîyê ,olperestîyê û ji tayfeperestîyê dest berdin emê jî jîyanêda serkevin.Jîna bi rûmet û pîroz yê bibe qismet û para me jî.

Îro ola me serhildan û şoreşa meye,bawerîya me azadîya meye,tayfa me netewa meye ,secda me jî welatê meye.Armanc û daxwaza me wekhevî biratî û parastina nirxên netewîye,nêta me jî serkeftin û aştîye.Ev nirx û xastekên hêja ji mejû û ji hundirê me tên.Tenê bi yekbûnê em dikarin bimeşin,serkevin,xwe biparêzin û ala azadîyê yekcar bilindkin.Bi serbilind dunyayêra bêjin va em jî hene,em jî layîqî jîna bi rûmet û bi wetene.Mafê me jîyanê kes nikare pêpez bike,mafê kesî tune dengê me ,nefesa me ,cenga me ,rengê me înkar û qedexe bike.Rewşa ku em têdane jêra em ne qaîlin.

Ji dîrokê hertim jî tê dengê me,
Bo jîyanê balkêş bûne cengê me,
Kes nikare bihelîne rengê me,
Wê dîsa jî ava bibe dergê me.

A ev dunya baş dizane em kîne,
Rikindarê jîna pîroz kurd bûne.
Lê dijî me îro dunya bi kîne,
Dijî kînê kurd hertim jî xurd bûne…

BEWAR BARI TEYFURI            

(Dumayik heye….)

Back to top button