Polîtîk

Em jî dixwazin herin Îmralî

Murat Karayilan dixwaze pêvajoya devjêberdana çekan li leztir rêve herê. Ji bo vê jî dixwaze serdana Îmralî bikin.

Di vê derbarê de Karayilan daxuyaniyan dide medya biyanî û behsa çûyîna heyetekî ji Qendilê dike.

Di derbarê pêvajoyê û hevdîtinên li gel Ocalan Karayilan dibêje:

Komisyona akilmendan kemasî lê hebin jî hate damezirandin. Ji bo komisyona lêkolinê teklîf çû parlementoyê. Em naxwazin astenga di pêvajoyê de peyda bikin.

Em dixwazin pêvajoyê pêşve bibin. Lê gelek wext digre dema  em û Îmralî pêwendiyê li gel hevudin datînin. Ji bo herin serdana Ocalan, serî li wezereta Dadê didin.Wezaret vê daxwaziyê rêdike serokweziriyê. Eger destûr ji serokwezîriyê derkeve heyet diçe Îmralî. Piştre jî ew heyet tê ba me.

Dema em dîtinên xwe ji heyeta PDPê re dibêjin, cardin ew prosedura direz tê rojevê. Ji bo nameya me jî bighe Îmralî izna serokwezîriyê lazim e.

Ji bo pêvajo bi leztir rêve herê, bila heyetek ji me jî bikaribe herê Îmralîi gel Ocalan hevdîtinê bike.

Back to top button