Polîtîk

Em ji bo operasyonê ji tu kesî destûrê nagirin!

Piştî civîna hukumeta Tirkiye bi serokatiya serokkomar Tayib Erdogan de dawî hat, Erdogan konferansek çapemeniyê li darxist.

Erdogan behsa biryarên hukumetê di derbarê gelek tiştan de dan xûyakirin.  Di derbarê operasyonek bejayî li ser rojavayê Kurdistanê û Suriye de Erdogan got:

Erdogan: Em 30 kîlometre de bi biryar in. Em ji tu kesî destûrê nagirin. Di êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê de 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. Gelek kesên têkildarî çalakiyê hatin binçavkirin. Em peyamên bi van çalakiyan tên dayîn fêm dikin û li qadê bersivan didin. Di civênên G20 de, me biryardariya xwe ya têkoşîna li dijî terorê nîşan da.

Biryardariya me ya ku em sînorên welatê xwe bixin bin mertala parastinê ya 30 kîlometreyî berdewam dike. Dema ku di derbarê ewlekariya welatê xwe û gelê xwe de gavan diavêjin, em destûrê ji kesî nagirin û hesab nadin kesekî.

Em ji bo  durûtiya kesên ku bi lîstikên guhertina navan piştgirî didin rêxistina terorê ya qeydkirî qebûl nakin

Tu kes wê nikaribe bi tehdîdên vala welatê me di qadên siyasî, dîplomatîk, aborî û leşkerî de bixe pozîsyonên li dijî berjewendiyên xwe.

Me operasyonên ku di demên dawî de li hundir û derve hatine zêdekirin bi berfirehî nirxand.

Operasyonên leşkerî yên Tirkiyê yên ku armanca wan berfirehkirina xeleka ewlekarî û aştiyê ye, divê ti kesî aciz neke.

Back to top button