Civak

Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin

 Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezine di nav jenosîdên di cîhanê de.Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî hatiye kirin!Komara Tirkiyê ku li ser mîratê Osmaniyan ava bûye, heta nuha ev jenosîda li ser ErmenÎyan jî, yên li ser Kurdan jî wek qirkirina miletekî , wek jenosîdekê qebûl nekirîye.Em di salvegera 102an ya jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û “İttihat Teraki” bi tundî rûreş dikin. 24.04.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Back to top button