Polîtîk

Em girêdayî peymana sinorên Kurdistanêne

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî ragihand, projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê gihîştiye qonaxên dawiyê, lê belê red kir, ku di nava wê projeyasayê de navê Herêma Kurdistanê hatibe guhertin û li cihê wê navê “parêzgehên bakurê Iraqê” hatibe bikaranîn.Hedîsî got, li gorî madeya 143 a Destûra Iraqê parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhok herêmeke serbixwe ne p Destûrê sînorê îdarî yê wê herêmê jî diyar kiriye.Berdevkê hikûmeta Iraqê da xuyakirin, ku Destûr lêvegera sereke ya hikûmetê û hemû pêkhateyên Iraqê ye bi bêyî ti ciyawaziyekê û tekez kir, ku Bexda pabendî Destûrê ye.Seid Hedîsî diyar kir, hikûmeta Iraqê li gorî Destûrê pabendî sînorê îdarî yê Herêma Kurdistanê ye û serederiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ne li gel parêzgehan.Hedîsî herwiha îdia jî kir, ku ew pêngavên heta niha Bexdayê li hemberî Herêma Kurdistanê cîbicî kirine, bo cîbicîkirina Destûrê bûne.Roja 06-11-2017ê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serpireştiya Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji bo nirxandina projeyasaya bûdceya Iraqê bo sala 2018ê civiyabû û rexne li naveroka wê projeyasayê û bendên taybet bi Herêma Kurdistanê girtibû.Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihandibû: Reşnivîsa projeyasayê çend made û bendên nedestûrî li xwe digire û bi zelalî ew yek jê diyar dibe, ku armanca wê piştguhxistina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye ku di Destûra Iraqê de weke herêmeke federal îtiraf pê hatiye kirin, ne parêzgehên bakurê Iraqê, weke ku di reşnivîsê de hatiye.

Back to top button