Polîtîk

  Em ê şehîdên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nekin

Em ê şehîdên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nekinDi destpêka sedsala borî de dema dinyayeke nû hat avakirin, gelê Kurd, ewil rastê xiyaneta hêzên mezin, piştre jî yê Kemalîstan hat.Di salên 1920an de bi peyama biratiyê nêzîgahî li kurdan hat kirin û qaşo dê dewlata nû, ji aliyê kurdan û tirkan ve bihatina avakirin.Lêbelê, wexta di sala 1923an de Komara Tirkiyeyê hat avakirin û piştre jî bi Peymana Lozanê ya navneteweyî hat mîsogerkirin, ne biratî ma û ne jî qewl û sozên ku hatibûn dayîn.Pêngava ewil ya Kemalîstan; înkarkirina hebûna neteweya kurd û holê rakirina rastiya Kurdistanê bû.Piştî vê xiyanetê, mafê Gelê Kurd bû ku li hember vê neheqiya dîrokî nerazîbûn nîşan bide.Kurdan, jibo di welatê xwe Kurdistanê de bi şêweyeke azad û serbilind bijîn, dengê xwe bilind kirin.Dewleta Tirk, van daxwazên mirovî û meşrû yên Gelê Kurd, bi zorê û sêdarê îdamê bersivand.Xwest ku hîn di destpêkê da doza azadiya gelê Kurd bifetisîne.Li Amedê “Dadgehên Îstîklalê” hatin damezrandin ku tu aliyekî xwe yê hûqûqî tunebûn.Serok û rêberên bijarte yên Gelê Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên xwe 92 sal berê ev roj, ji aliyê vê dadgeha korsan ve bi şêweyeke bêhûqûqî û bi binpêkirina hemû şêwazên hûqûqa navneteweyî, li Taxa Derê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.Di rastiya xwe de bi darvekirina wan, xwestin vîna Gelê Kurd bifetisînin. Bi vê yekê re daxwaza Gelê Kurd ya jiyaneke azad û serbilind hatibû darvekirin.Dewletê, qîma xwe bi vê yekê jî neanî û bi sedan gund û navçeyên kurdan wêran kir. Bi hezaran kurdên sivîl û bêguneh; jin, kal û zarok bi şêweyeke nemirovane hatin qetilkirin. Yên mayî jî, bi destezorî ji cî û warên xwe hatin nefîkirin.Dewleta dagirker, ewqasî ji daxwazên kurdan ditirsiya ku qebrên serokên wan jî, ji wan dabû veşartin. Dewleta hov, bi veşartina gorên Şêx Seîd û hevalên wî, kevneşopiyên hezaran salan yên gelên herêmê û yên ola îslamê binpê kirin. Vê helwesta xwe ya nemirovane, di salên pêş de jî domand. Gorên Rêberê Serîhildana Dêrsimê Seyîd Riza û Seîdê Kurdî jî, bi van rêbazan hatin tunekirin.Lewra, dewletê dixwest ku bi veşartin û tunekirina gorên serok û rêberên kurd, kurdan ji bîra wan bêpar bihêle û wan ji koka wan dûr bixe. Herwisa, bi windakirina gorên rêberên kurd, dixwest ku kurd, ji hişmendiya neteweyî dûr bikevin.Hesabê dewleta dagirker ew bû ku dema koka darê bê birrîn, dê şax û guliyên wê ji berxwe ve hişk bibin. Dema dîroka neteweyek bê tunekirin, derfeta afirandina pêşeroja wê jî, ji dest tê stendin. Bi vî awayî dikarin heta û heta kurdan mehkûmê zincîrê koletiyê bikin.Dewleta Tirkiyê, di seranserê sedsala borî de, jibo têkbirin û çewsandina doza azadiya neteweya kurd, tu rê û rêbaz nema ku ceriband.Ligel hemû zilm û zordariyên dagirkeran jî, Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çu car tekoşîna azadiyê nedan rawestandin. Ew doza maf û azadiyan îro jî berdewam e.Ceribandinên sedsalî nişan didin ku bi rê û rêbazên leşkerî; bi siyaseta red û înkarkirinê, bi kuştin û qetilkirinê, bi wêrankirin û nefîkirinê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Divê bê zanîn ku bi heman siyaset û helwestê, ev roj jî tu pirsgirek nayê safîkirin..Êdî divê dewleta Tirk, hemû mafên kurdan ku ji netewbûna wan tê, binase.Divê dewlet demek zû ciyê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, Seyîd Riza û Seîdê Kurdî eşkere bike.Divê rayedarên dewleta Tirk, ji ber vê siyaseta xwe ya stemkarî, ji Gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze.Em wek partî û tevgerên Kurdistanê;Tu car ji koka xwe dûr nakevin û dîroka gelê xwe jibîr nakin,Em ê bi biryarî bixwebitin, da ku dîroka me ya ku hatiye serûbinkirin, bi awayeke ron û rasteqîn derkeve holê,Em ê tu car destûr nedin wan hewldanên reşkirin û berevajîkirinên derbarê dirôka me ya neteweyî de,Em ê heta û heta şehîdên 1925an bidin jiyandin.Bijî lehengên Gelê Kurd Şêx Seîd û hevalên xweBijî tekoşîna azadiya Gelê Kurd29 Heziran 2017 DiyarbekirTevgera AZADÎ, PAK, PDK Bakur, PDK-T, PSK, ÖSP   

Back to top button