Polîtîk

Em ê li hember Ak Partî û HDPê bibin alternatîf

 

Partiya Azadiya Kurdistan PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistan PSK li Diyarbekirê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de semînerek li darxistin. Semîner ji aliyê Akademîsyenê Zaningeha Dîcleyê Vedat Koçal ve hat dayîn. PAK û PSK amaje dikin ku ew ê li hember Ak Partî û HDPê li Bakurê Kurdistanê bibin alternatîfeke nû.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) ku di nava tifaqê de ne, li Diyarbekirê Semînerek li darxistin. Semîner ji aliyê Akademîsyenê Zankoya Dîcleyê Yê Beşa Zanistên Siyasî Vedat Koçal ve hat pêşkêşkirin û derbarê rêbazên diyarkirina namzedan de û helwesta dengdêran de analiz hatin kirin. Derbarê rêbazên xebatên hilbijartinan de Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel amaje kir, ew ê li hember Ak Partî û HDPê alternatîfekê pêşkêşî dengdêrên bakur bikin.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji K24ê re wiha axivî: “Em ji qeyuman re jî û ji xendeqan re jî dibêjin na. Em dixwazin xwe bi deste xwe îdare bikin, bi gel re xwe îdare bikin. Divê namzedên me xeta neteweyî temsil bikin. Divê bibin tercûmanê gelê Kurdistanê ku ji her alî ve di bin zext û zorê de ne. Divê namzedên me Kurdî bizanibin. Kurmancî û zazakî bizanibin.”

Akademîsyen Vedat Koçal amaje kir, divê berî her tiştî partî diyar bikin ku gelo ew ê li gorî hessasiyetên neteweyî an olî an jî aboriyê namzedan destnîşan bikin û projeyan amade bikin. Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê PAKê Vahît Aba jî da zanîn ku dê hemu hessasiyet berçav werin girtin lê pîvana sereke dê Kurdistanîbûn be.

Vahît Aba got: “Krîterê me yê yekemîn Kurd û Kurdistanîbûn e. Ji ber ku hilbijartinên herêmî ne armanca me xizmeta herêmê ye. Ferq a me û yên dine em ê xwe bes girêdayî yasayên Tirkiyeyê nekin. Ji ber ku em Kurd in.”

PAK û PSK didin zanîn yek ji pîvanên wan jî ew e ku kesên wek namzet werin destnîşankirin wê ji kesên ku Kurdî bizanibin pêk werin û heta dawiya meha rêbendanê jî wê namzedên wan werin ragihandin. Biryar e ku PAK û PSK li 25 navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê namzedên serokatiyên şaredariyan destnîşan bikin.

Back to top button