Nivîsar

Em dizanin em çi dixwazin…

Berî bi salan bû… Di civînek ku di Navenda Navneteweyî ya Olof Palme li Swêdê pêkhatî de ku nûnerên Wezareta Derve ya Swêdê, hin siyasetmedarên Swêdê, N^nerên federayona Komeleyên Karkeran a Tir kli Swêdê û federasyona Komeleyên Kurdistanê, li gel rojnamevan Murat Bilge de pêkanîn de, hevalek hêja ji Federasyona Kurd pirsek ji Murat Bilge kir: Hün ji bo Kurdan çi dixwazin?… Murat Belge qek fikr nekir: Ez tiştek ji Kurdan re naxwazim. Bere Kurd bêjin çi dixwazin, ez hurmeta dîtina Kurdan dikim… Wê gavê/û niha jî, kêfa min gelek ji bersîva Wî re hat!…  Min wê demê/û niha jî her ev dîtin parast: Bere rews ji bo Kurdan amade bibin, bere Kurd çi dixwazin di hilbijartinek gelerî/referendûm de bêjin çi dixwazin… Wê demê ev bela ji ber Tirkan jî radibe, Kurd jî daxwaza xwe ji Tirkan re jî, ji raya giştî ya cîhanî re jî diyar dikin ku çi dixwazin…

Dewleta Tirk bi hemû hebûna xwe û raya giştî ya Tirkan jî heta radeyek pirr berfereh,  bi salan hebûna Kurdan qebûl nekirin. Niha ev cend sal in bidil/bêdil qebûl dikin ku Kurd hene. Lê paradoksek din derket pêş: Siyasetmedar û nûnerên Tirkan her yek li gor xwe carçoweyek ji Kurdan re dideyne! Bahçeli (Serokê Partiya Nijadperest – MHP) dibêje: Brayên min ên Kurd Nan dixwazin (!) Ma, ziman zik têr dike (!).. Niha ez naxwazim, van gotinên bahceli ku bi xwezaya xwe li dij Kurd/Kurdistanê ye gengeşe bikim, tenê fikrek weha hat bîra min, gava min ev gotinên wî bihîstin: ê de baş e Bahceli: Em nan bidin te, bi zimanê xwe ne axife…bi kurdî biaxife!… Li aliyek din Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ku bi xwe alewî û Kurd e, li Dersimê got: xelkê Dersimê bi eslê xwe Tirkmen in(!)… Ji bo Kiliçdaroglu jî du gotin: Ger Dersim Tirkmen bûya/be, Dewleta Tirk û bi taybet Partiya CHP ku wê demê desthilat bû: Ew tevkujî/jenosîd li Dersimê hemberê ”gelê xwe yê Tirkmen” dikir??? ”Tirkmenên” Dersimê jî serî li hember brayên xwe yên TYirk radikirin, navê Kurdistanê çima girtin devê xwe, doza Kurd çima kirin navenda berxwedan a xwe!…

Dîtina herî balkês ya Serokwezîr Erdogan e. Di gelek axaftinên xwe de Erdogan dibêje: Brayên min ên Kurd xwedî hemû mafên hevwelatiyê yekemîn ên Tirkiye ne… Birêz serokwezîr ê Tirkan bi xwe dizane ku eslê van gotinan nî ne… Rojek ji rojan: Tirkên Istanbûlê yan Yozgatê: daxwaza mafên ziman kirin e, mafên perwerdeyî, mafên azadiya candî, kulturî, siyasî (bi navê xwe siyaset kirin) kirin e?… Na, nekirin e, ji ber ku pirsgîrekek wan a weha nî ne!…

Bere Serokwezîr jî rehet bike, nûnerên Tirkan ên din jî rehet bikin, Tirkiye jî rehet bike… Bere rewşa daxwaza xwe di referendûmek de ji Kurdan re bête amade kirin û Kurd bibêjin çi dixwazin…  Kurd dizanin çi dixwazin brano, ger hûn weha xwedî nirxên şeref û demokrasiyê bin: rewş ji bo Kurdan bere amade din, dê Kurd nîsanî we bikin ku : Kurd çi dixwazin!…

 

Stockholm, 2 Tïrmeh 2011

Cemal Batun

 

(Avestakurd)

Back to top button