Nivîsar

Ellahûekber û demokrasî

Roja 20.08.2011an, saet li derdora duduyên paş nivro bû. Ez li Stockholma paytexta Swêd digeriyam. Li meydana Östermalmê pêrgê xwepêşandanekê bûm. Gelek  polîs jî li wir hebûn. Ez li wirê hinek rawestiyam û min temaşe kir.

Di pey her axaftinekê de, dengê ”Ellahû Ekber!”, ”Ellahû Ekber!” bilind dibû. Min, pêşî bawer kir ku revdeyeke îslamî ye, li vê meydanê kom bûye. Zêdetir bala min çû ser wan û ez nêzî xwepêşandanê bûm. Min dît ku çend alayên Kurdistanê û bi dehan jî alayên Sûriyê liba dibin.

Dema min sedemê hatina ewqas polîs pirsî, gotin ku ew ji bo parastina hemwelatiyên Sûriyê yên li dijî rejîma Be´sê, ji bo parastina Kurd, Ereban, Suryanî û Aşûriyên xwepêşandanê hatine wirê.

Li Stockholma paytexta Swêdê xwepêşandan ji aliyê hemwelatiyên Sûriyê, Kurd, Ereb û Mesîhiyan ve, li dij rejîma Sûriyê, ji bo azadî û demokrasiyê hatibû sazkirin.

Nûnerên partiyên siyasî yên swêdî û biyanî, nûnerên hin dezgehên kurdî û Ereb jî amade bûbûn û axaftinên xwe dikirin. Dema her yek ji wan axaftina xwe diqedand, pareke mezin ji beşdaran bi dengekî bilind digotin ”Ellahû Ekber!”  û ”Ellahû Ekber!”.

Beşdarên xwepêşandanê bi hev re, bi yekdengî diqîriyan:

– ”Bimre rejîma Be´s!”
–  ”Huriyê!..”
– ”Esed, ji Sûriyê biqeşte!”
– ”Bijî biratiya Kurd, Ereb, Asûrî û Suryanî!”

Ha wisa dengê xwe bihev re bilind dikirin.

Piştre ez xwe bi xwe sêwirîm û ev pirs hatin hişê min:

– Gelo çima ev xuşk û birayên me yên misilman, dema li welatê xwe dibêjin “Ellahû Ekber!” ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta ”xwe” ve,  ji aliyê polîs û leşkerên dewleta misilman ve têne gulebarankirin? Lê va ye polîsên Swêda xiristiyan, van misilmanan ji êrîşên hikûmeta wan a misilman diparêze?

Ez dîsa fikirîm:

–    Gelo ji bo çi li Sûriyê hemwelatî di vê meha Remezana pîroz de,  li mizgeftan û li ser nimêjê, ji aliyê çekdarên rejîma Be´sê ve tên gulebarankirin?
–    Çima li hin welatên misilman rejîm nahêlin ku hemwelatî bîrûraya xwe ya azad bi awayekî bê tirs diyar bikin?

Çewa ku tê zanîn, peyvika “Îslam” ji peyva “selm”ê derketiye holê. Wateya vê peyvikê jî “daweşandina ji xirabî û nepakiyan” e. Li gor vê, divê ku Cihana Îslamî xasma jî ya Erebî, rêz li bîrûraya azad bigire û hemwelatiyê ku dibêjin ”Huriyê!” û ”Ellahû Ekber!”  ji aliyê hêzên dewletê ve neyên gulebarankirin.

Lê bi vajiyê vê, em dibînin ku ew hemwelatiyên ji welatên misilman ku hatine welatên Ewrûpa û Emerikaya Yekbûyî, bi serbestî û bê tris, li meydanan diqîrin, bêtirs dîtina xwe diyar dikin. Bêguman ev aramî, piştrastî ya demokrasiyê ye.

Di demokrasiyê de xwepêşanderên ku dibêjin, ”Huriyê!” û ”Ellahû Ekber!”  ji aliyê polîs û leşkeran ve nayên gulebarankirin, jiyana wan tê parastin, rêz li mafê wan yê rewa û li bîrûraya wan tê girtin.

Min nimûneya wê, bi çavên xwe li Stockholmê dît.

Ev hawe bi me didin eşkerekirin ku zalim û dîktatorên Cihana Îslamî, di pirsa misilmantiya xwe de jî sextekar in û dijminên azadî û demokrasiyê ne.

Zeynelabidin  Zinar

Nivîskar/lêkolîner
[email protected]

Back to top button