Polîtîk

Elî Ewnî: Nabê Parlementer li ser yasayan bê

Siyasetmedar Elî Ewnî li rûpela xwe ya facebookê peyamek bi navê Parêzbendiya Parlementeran belav kiriye û têda dide zanîn ku nabê Parlementer li ser yasayan bê.

Ewnî peyama xwe de dinivîse: Destxweşiyê ji bo hengava nehiştina parêzbendiya li ser Parlementerê Komela Îslamî dikim. Ev kure hemû carê ji ber xwe ve komek tomet û bêrêziyê bi karbidestan û kesayetiyên Partiya Demokrata Kurdistanê dikir û amade jî nebû biçê ber dadgehê. Mixabin hemû partiyên din li dijî vê hengavê bûn û hola Parlemenê bi cîh hiştin. Ev hengav nîşan dide hemû bi hevrene ji bo berdewamîdana bi vî awayê Parlementeriyê. Xweşbextane diyar bû kê birayê kê ye?

Her wiha dibêje: Ez nizanim ew birêzên ku yasayê dadirêjin ji bo çi ew xwe li ser yasayê binînin Parlementer divê yekem kes bê pêgiriyê bi yasaya xwe ve bike.

Dawiyê de Siyasetmedar Elî Ewnî dibêje: Bendek pêşniyar dikim ev xula Parlemen gelek wêrekane û azayane vê maddeya parêzbendiya ji bo Parlementeran nehêlê. Bi vî awayî dadperwerî baştir pêktê. Nabê Parlementer li ser yasayan bê.

Back to top button