Civak

Elî: Bikaranîna internet, Facebook û twiter helel e.

Kamil Hecî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî yê hikûmet aherêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bo rojnameya War behsa bikaranîna internet, Facebook û twiter şeriye û helel e. Wezîrê karûbarên olî diblje:

– Bikaranîna internet, Facebook û twiter tiştekî şeriî û helal e û tu gunehek tê nîne. Lê rêyên bikaranîna wan diyar dikin ka guneh e Yn na.

– Yên ku nahêlin bi hêceta guneh û heramiyê, internet li amala wan hebe, ew neheqiyê li xwe û malbata xwe dikin. Internet û bi taybetî  Facebook û twiter îro weke pêbvîtiyekê ne û xelkî hioşiyar dikin û çavên wan vekirîtir dikin. Nabe kes xwe ji pêşkeftina teknolojiyayê bê par bike, lê pêdviye her kes xwe digel vê pêşkeftinê biguncîne.

Kamil Hecî Elî wezîrê ewqaf û karûbarên olî yê hikûmet aherêma Kurdistanê her wesa di daxuyaniya xwe de behsa pêkvejiyana olan li herêma Kurdistanê kir û bi taybetê behsa bajarê Duhokê kir û got:

– Li Kurdistanê 4570 mizgefet hene ku 421 ji wan li wîalyeta Duhokê ne. 88 dêrên mesîhiyan û 325 mezargehên êzidiyan hene. Ka çawa budce ji bo migeftan heye, bi eynê awayê budceya dêr û mezargehên êzidiyan jê re heye û hikûmet tu ferqîyê di navbera wan de nake.

Back to top button