Hevpeyvîn

Eger çekên baş hebin emê di 24 saetan de Şengalê vegerînin

Kurdekî Êzdî yê derbider li Duhokê ji min re got: Qasim Şeşo ji hemû kes û partiyên din bêhtir namûsa Êzdiyan parast. Vêga di nav Kurdên Êzdî de behs behsa Qasim Şeşo û Qasim Simêr e. Rojnameyên almanî jî navê Qasim Şeşo kirine “Şêrê Êzdiyan”.

Qasim Şeşo ku kargêrê liqa 17 a PDKê ye li Şengalê, fermandarê çekdarên Êzdî ye ku piştî dagîrkirina devera Şengalê ji aliyê hêzên Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ve, bi Qasim Simêr re berevaniya deverên olî yên Êzdiyan û wan Êzdiyan kirin ku xwe li Çiyayê Şengalê girtin. Rojnameya Rûdawê bi rêya telefonê ev hevpeyvîn bi Qasim Şeşo re pêk anî.
 
Rûdaw: Hûn çend kes in li quntara Çiyayê Şengalê û gelo rast e wek tê gotin hinek komelgeh hene ku heta niha di destê we de ne?

Qasim Şeşo: Di destpêkê de em dora 500 kesan bûn, dûre hin kesên din jî hatin ba me. Niha em dora 2000 kesan in û em li ser çend hêlan belav bûne. Heta niha destê DAIŞê negihiştiye dever û komelgehên Bork û Dehola. Komelgeha Dûgirê jî hêj zû bi hevkariya pêşmerge û hevalên PKKê ji aliyê me hate rizgarkirin. Em xwarin û vexwarinê jî ji wan herdu komelgehan re tînin.

Bi emrê kê û kîjan aliyî hûn li Şengalê man?

Em bi xwe, ji ber hestkirina bi berpirsyariya dîrokî û parastina namûs û deverên pîroz ên Êzdiyan li quntara Çiyayê Şengalê man û me li ber xwe da.

Hêzên DAIŞê çend caran êrişî we kirin?

Şeş caran, roja şemiya borî jî êrişî me kirin. Lê me bi tundî bersiva wan da, ji ber ku niha çekên baştir bi me re hene û cihê me jî baştir e ji bo berevanîkirinê û me nehişt ew nêzîkî me bibin û hilkişin serê çiyê û Mezara Şerfedîn û çend cihên din.

Çawa çek ji we re tên?

Du caran çek ji aliyê pêşmergeyan ji me re hatin. Kak Ferîq Cemal hevkariya me kir û cara duyem çekên baş gihiştine me.

Li gor we, ji ber çi ev yek hate serê Şengalê û kê xemsarî kir?

Bi dîtina min, tiştê ku hat serê Şengalê komplo bû. Êdî kî be û kîjan partî be vêga ne wextê wê yekê ye. Xemsarên yekem ên vê rewşê jî berpirsên leşkerî û ewlekariyê yên devera me ne.

Lê hinek ji Êzdiyan behsa berpirsê şaxê 17 yê PDKê li Şenglê Serbest Bapîrî dikin. Hûn wek rêveberê vî şaxî, bi nêrîna we, ew xemsar bû?

Bêguman, plana wî jî dirust nebû. Lê xemsarên yekem ên vê rewşê berpirsên leşkerî ne. Eger kesên xwedî pileya general beriya xelkê birevin, gelo xelkên belengaz û hejar wê çi bikin? Herwiha çi bi kadroyên partiyê dibe. Bi nêrîna min divê ew berpirs bên bidarvekirin.

Hûn biryara guhertina berpirsê şaxê Şengalê çawa dibînî, ku niha Seîd Şengalî li şûna Serbest Bapîrî hatiye danîn?

Kesî ji me nepirsiye. Ev biryar ne di cihê xwe de bû. Gellekî zû bû ji bo vê biryarê. Min ev yek ji berpirsên PDKê re jî got, ji ber ku hêj Şengal di bin destê DAIŞê de ye û hêj destdirêjî li ser keçên Êzdî dibe. Vêce emê çi ji berpirsê şaxekî bikin ku hêj DAIŞ di baregeha wî de çûnûhatinê dike.

Ti berpirsekî payebilind ê PDKê ji serok, cîgirê serok û kesên din telefonî we kirin?

Na. Mixabin pirs jî nekirin. Tenê carekê em ligel sekretêrê polîtburoyê Fazil Mîranî axivîn. Lê pêwendiya me ya berdewam ligel endamê polîtburoyê kak Cafer Emînkî û berpirsên din ên leşkerî heye.

PKKê û YPGê hêzeke taybet ji bo Kurdên Êzdî pêk anîne û dibêjin ew piştî kontrolkirina Şengalê ji aliyê pêşmergeyan ve jî venakişin û niha Çiyayê Şengalê jî di dest wan de ye.

Ji bo dirustkirina hêzê nizanim û min hay jê nîne. Lê ew hatin cem min, 11 kes bûn. Min ji wa re got: Eger hûn ji bo alîkariya me hatine, hûn gellekî bi xêr bên. Bi rastî jî em spasiya her aliyekî dikin ku alîkariya me bike. Lê em di bin fermana we de kar nakin û divê hûn di bin fermandariya me de bin. Çiyayê Şengalê jî di destê xelkên Şengalê û pêşmergeyan de ye.

Eger ew ji Çiyayê Şengalê derneketin, helwesta we wê çi be?

Ez bawer nakim dernekevin. Ew ne xwediyên vê axê ne. Bila herin Kurdistana Tirkiyê rizgar bikin. Ev beşê me ye. Em spasiya wan dikin û bi nêrîna min ne dema vê yekê ye û her Kurdekî xwedî rûmet pêwîst e niha hemû karîna xwe têxe kar ji bo em Şengalê rizgar bikin. Ev ya girîng e. Ji bo zanyariyên te, niha jî bêhtir ji 300 malbatî li Çiyayê Şengalê ne, sûnd jî xwarine ku heta mirinê wê derê vala nekin û niha li nav çiyê ne.

Bi nêrîna we Şengal zû kontrol dibe?

Erê. Pêwîstî tenê bi 500 kesên çekdar heye. Niha ez dibêjim eger 55 kesên çekdar hebin bi çekên baş, piştî 48 demjimêran yek bost Şengal namîne ku em kontrol nekin.

Hinek Êzdî niha doza wê yekê dikin ku rêya çûna Ewropayê ji wan re vebe. Nêrîna we di vî warî de çi ye?

Ew kesên ku doza çûna bi kom a Êzdiyan bo Ewropayê dikin, karekî sincî nakin û ti prensîpa wan nîne. Ew tenê nêrînên kesayetî ne û derbirrîna nêrîna kesekî nakin. Herwiha em dozê li wan dikin ku bên berevaniyê bikin û vegerin Şengalê. Dunya xirab nebûye û careke din jiyan li Şengalê asayî dibe. Ez xwedî regeznameya almanî me û eger ez bixwazim niha diçim, lê şermezarî ye em axa xwe bihêlin.

Rudaw

Back to top button