Nivîsar

Edî Bese were Ser Rêya Neteweyî

Kampanya KCK ê ya nû «Tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê biqedîne; dema misogerkirina azadiyê ye»

Di roja 10-ê îlonê de, li ser navê Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: «Bila Tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê biqede, dem dema misogerkirina azadîyê ye» bi navê kampanya yek hate ragihand, di daxuyanîyê de dema sed salên dawî yê di hate nirxandin, armanca tevgerê di van gotinên jêrîn de diyar dibe: Armanca vê kampaniyê bi van gotinan tê dîyarkirin «Armanca vê hilpişkînê ewe ku em sîstema îşkencê ya li ser Îmralîyê tê meşandin hilweşînîn, ew şerê xas û derûnî yê dijî gel tê birêvebirin bidîn sekinandin, îttîfaqa AKP-MHP û Ergenekonê ya ku dagirkerîyê belav dike, derve û hundur ew zexta ku li ser gele Kurd û gelên din tê  pêkanîn, hilweşînîn».

Gotinên di bin yekdestiya PKK ê de: Azadî, berxwedan, demokrasi û pêşeroj

Ger ev hilpişkîn ser bikeve çi diqewime heke em bi kurtasî lê binêrîn, «Hêza demokratîk a şoreşger ya Kurd a, hêzên demokratîk ên Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn, dema ku ew têkoşîna xwe biken yek û bi wê hêza xwe biçin ser vê tifaqa AKP-MHP  ê ve wê misoger serbikevin, Ev destkeftin ne tenê ya Kurdistan û Tirkiyê ye, ji bo Rojhilata navîn jî wê demokrasi, azadî û hemû nêrxên dî billind bike û ji bo cîhanê bibe mînak».

Ev hevoke ne ji bo kesên ku cara yekem daxuyanîyên KCK ê dibihîse û dixwîne dibe ku romantik û bibandor were dîtin, Lê belê, kesê ku xeta PKK-KCKê kêm û zêde dişopanîne û xwedî hişmendî yeke dîrokî be wê dikare vê rastiyê bibîne, “Pêngava ku di KCK ê 12-ê îlonê dayî despê kirin dubarekirina hilpişkînên van 20 salên dawî yê ne»,  KCK her carê peyvên rêber Apo, tecrîd, pêşeroj û hwd, Bi rengekî din dizayn dike û her carê jî weke tiştekî pir nû xwiliqandîye dide dîyar kirin, heke em hilpişkînên KCK ê yên van 20 salên dawîyê bînin bîra xwe.

Hilpişkînên PKK ê

1-2001- 2003 Kampanya xwedîderketin û parastina Rêberî

2-2004-2005 Kampanya Azadî ji bo Rêbertiyê

3-2005-2006 Kampanya  Ocelan îrada min a siyasî ye

4-2007 Kampanya Edî Bese

5-2009 Kampanya birêz Ocelan

6-2012 Kampanya an azadî, an azadî

7-2014 Kampanya  misogerkirina azadiya fizîkî ya serokatiyê

8-2015 Kampanya rêveberiya xweser

9-2019 Kampanya em tecrîdê bişkînin, Faşîzmê hilweşînîn û Kurdistanê Azad bikîn.

10-2020  Kampanya dem dema dawîpêdana Tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê ye; dema dabînkirina azadiyê ye.

Vana kampanyayên herî mezinin yen ku em behis dikîn, hinek jî di asta herêmî de kampanyayên teng têne meşandin hene weke yên jin û ciwanan.

Armanca hemî yan jî heman peyvan de tê qalkirin, Ger hûn daxuyaniyên van hilpişkînan kombikin û bînin gel hev hûn ê bibînin ku di sala 2001 an heya 2020  heman hevok û peyv hatine bikar anîn, di destpêkê de behsa dîrokê diken û dibêjin: «Azadîya Ocelan azadîya me ye hilweşandina pergala tecrîdê ya îmralî yê dê rê li ber ronakbûna Rojhilata navîn veke û dê Tirkiye demokratîze bike» Ji bo Her perçeyekê jî wezîfe têne diyar kirin.

Ev 20 salin ev hilpişkîn xwe dubare dikin û milîmek pêşkeftinê jî çêne kirîye, PKK daxuyaniyekê dide, û rêxistinên pêkhateyên wê piştgiriyê didin vê pêngavê, ew Girseya dora PKK ê hindike lê pir ala û gelek wêneyên Ocalan nîşan didin, ango bi wêne û ala di xwazin girseyê mezin biden nîşandan, piştî mehek-du meh, hewa nimiz dibe,  KCK dîsa her kesê gazî wezîfeyê dike û bi vî rengî  her bihar û payîzê bi muzîkê,sitranan û dîlanan we difikirin ku ew ji şoreşa Kurdistanê re xizmetê dikin û wezîfeyek pîroz pêk tînin, Lê belê, kesê  ku li Parîs an Firankfortê biqîrîne û bibêje: «Bijî Biratiya Gelan, bijî serok Apo» li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê tu bandora xwe nake, heya em dikarîn bibêjîn dinava vê, çerxa xirş de awayek dizîna manewîyata Kurdan tê armanç kirin.

Napolyon: Hunera peyvê tenê Dubarekirin e

PKK «ziviroka xirş»  pir bi zanebûn dide jîyandin, PKK e bi awayê endezyarê civakî rojeva civakê berevajî dike, ew tiştên nehewce wekî pirsgirêka bingehîn di de dîyar kirin, ew pirsgirêkên girîng jî paşguh dike, û bi vî şêwey gel rastiyê nizane, mînak, ku dibêje azadiya «Ocelan dê tevahiya Kurdistanê û Rojhilata Navîn ronî bike» tenê çîrokeke, ger PKK ê ew keda Kurdên Bakur ya 20 salan ewa ku ji bo azadiya Abdullah Ocelan hatîye dayîn ji bo zimanê Kurdî hati ba dayîn wê zimanêKurdî nuke biba zimanekî fermî û hemû Kurd da pir mifayê jê wergirin, Lê PKK ê ev nekir, li rexmî hemî rexne û nêrînan bi zanebûn heman xet da sepandin.

Napoleon dibêje: «Hunera peyvê tenê dubarekirin e», Ger hûn tiştekê bi eynî peyvan bênavber dubare bikin, piştî demekê alîyê bermberî te dê wan gotînên te weke rasîtîyeke bê guman bibine û pê bawer bike, PKK e li gorî vê tespîtê tevdigere, kêm mirovên ku dibêjin azadiya Ocalan dê tevahiya Rojhilata Navîn ronî bike, dikarin li ser vê mijarê çend hevokên cuda çêbikin, Ji ber ku ew van hevokan bi jiberkirina di axivin, mejî otomatîkî di şuxile.

Ma pêdivî bi kampanyayek «PKK Edî Bese were Ser Rêya Neteweyî» heye?

Ev hilpişkîna PKK ê tenê li ser bingehê manipulkirina pêvajoyê hatîye avakirin, Ew wezîfeyek dide her perçekê, mînak, Rojava bi wezîfeyek mezin a mîna yekîtiya neteweyî re rû bi rû ye, ew yek ji qada sereke ya şerên hegemonîk ên cîhanê ye, lê PKK e vê bangê li gelê Rojava dike: di beje dakevin qadan, gel di gorî vê bangawazîyê wêneyên Ocelan digire û derdikeve qada, lê belê, ne berjewendî û ne jî çarenûsa gelê Rojava bi kampanyaya ji bo rakirina tecrîda Ocelan ku ji hêla Qendîlî ve hatî diyarkirin ve netêkildare, çarenûsa gelê Rojava ew e ku partiyên Kurdî yên li Qamişlo biryar girtine werin ba hev û bi dîplomasiyek hevpar ji bo Rojava statoyek navneteweyî saz bikin, nivîskarên PKK ê yekîtiya di navbêna Kurdên li Rojava şermezar dikin, lê PKK e hewl dide ku vê rastiyê bi tecrîda Ocelan bi veşêre.

Naha, yek ji metirsiyên herî mezin ji bo Kurdan ew e ku ew manîpulekirina rojevê ya ji hêla PKK ê tê kirin, ger Kurd dixwazin ku ji vê sedsalê dema ku pergala ramyariyî ya cîhanê guherî, bi dest xwe bixin, divê ew jî siyasetê de realîst bin, Xwe  ji xeyalperestî yên derew û manîpulekirina peyvan, îfade û dubarekirinên PKK ê dûr bikevin, heke hewce be, divê Kurd li dijî PKK ê dest bi kampanyayek «PKK e Edî Bese were Ser Rêya Neteweyî» bikin.

Darka mazi

Back to top button